• Friday, 13 February 2026
logo

Kiliçdaroglu jî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û daxwaz kir wî bibîne

Kiliçdaroglu jî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û daxwaz kir wî bibîne
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku bûye Serokê Herêma Kurdistanê.

Kemal Kiliçdaroglu di peywendiya telefonî de gotiye ew kêfxweş e ku Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin û ew dixwaze ligel wî hevdîtinê pêk bîne.

Serok Nêçîrvan Barzanî jî di beramber de spasiya Kiliçdaroglu kiriye û amaje bi bihêzkirina peywendiyên Hewlêr û Enqerê kiriye.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye ku dema ew serdana Tirkiyê bike dê kêfxweş be hevdîtinê bikin.

Basnews
Top