• Friday, 13 February 2026
logo

Li Dersîmê du leşkerên Tirk hatin kuştin

Li Dersîmê du leşkerên Tirk hatin kuştin
du leşkerên din jî birîndar bûne
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê li navçeyeke ser bi parêzgeha Dêrsîmê ya li bakûrê Kurdistanê di navbera artêşa Tirkiye û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn qewmiye.

Çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku di encama şer û pevçûnan de, du leşkerên Tirk hatine kuştin û du leşkerên din yên Tirk jî birîndar bûne.
Top