• Friday, 13 February 2026
logo

Hadî Amirî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Hadî Amirî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
Di peywendîyeke telefonî de li gel Nêçîrvan Barzanî,serokê Herêma Kurdistanê, Hadî Elamirî, emîndarê giştî yê Rêkxistîya Bedir pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêvî xwazt di erkê xwe yê nû de serkevtî be.

Herweha Amirî hêvî xwazt wergirtina postê serokê Herêma Kurdistanê ji alîyê Nêçîrvan Barzanî ve bibe sedema akincî û pêşveçûna zêdetira Herêma Kurdistanê û Îraqê bi giştî. Hevahengî û hevkarîyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de baştir bike bi armanca çareserkirina arîşeyan û rûbirûbûna terorê.

Ji alîyê xwe ve serokê Herêma Kurdistanê supasîya Amirî kir bo wê peywendîya telefonî û pîrozbahîkirina wî û tekez jî kir li ser hevkarî û hevahengîya zêdetir di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fîdral de û çareserkirina arîşeyan bi rêya danûstandinan û gotûbêjan.

Basnews
Top