• Friday, 13 February 2026
logo

Rûsya: Di hema Temûzê de S 400 tên radest kirin

Rûsya: Di hema Temûzê de S 400 tên radest kirin
Amerîka jî zextên xwe li ser Tirkiyeyê zêdetir kirine
Duhê Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyeyê diyar kir ku rêkeftina navbera Tirkiye û Rûsyayê ya li ser kirîna pergala berevaniya S 400 berdewame û ti kêşeyek di cîhbicîh kirina rêkeftinê de tuneye.

Li gor gotinên Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê, vê di meha Temûzê de Rûsya pergala berevaniya mûşekî ya S 400 radestî Rûsya dike.

Weke tê zanîn ku di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de kêşeyeke gelek mezin li ser vê mijarê heye û Amerîka zextan li Tirkiyeyê dike daku ev ji S400an berde lêbelê Tirkiye dibêje dev ji rêkeftinê bernade û Amerîka du meh dem daye Tirkiyeyê daku ji rêkeftinê poşman bibe beruvajî vê dorpêç li ser Tirkiyeyê bisepîne.

Top