Xaneqîn – Polîsek hat kuştin û cotkarek birîndar bû
Efserekî polîsê Xaneqînê ji BasNewsê re got, duhî êvarê li gundê Banmîl yê Xaneqînê polîsek di mala xwe de kuştî hat dîtin.
Wî efserê polîs da zanîn, ew polîs bi fîşekê hatibû kuştin û fîşek li singê wî ketibû. Erka wî pasewantiya sînor bû. Navê wî jî Qusey Cemal û temenê wî jî 36 sal bûye.
Li gundê Mihemed Şêrbeg yê Xaneqînê jî di encama teqîna bombekê de cotkarekî kurd giran birîndar bû. Navê cotkarê ku birîndar bûye, Sîrwan Husên Mûsa ye.
Basnews
