Endamekî Civata mûsilê: Mûsil ji hizrên terorîstên DAIŞê rizgar nebûye!
Endamê Civata parêzgeha Mûsilê Xelîl Şemo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ti tiştekî berçav heta naha bo Mûsilê nehatiye kirin û hîn mezinayiya Mûsilê nehatiye liberçav girtin û pare bo ava kirina wê jî nehatiye diyar kirin. Heta naha gendelî heye. Gelek pare bi gotin bo Mûsilê û deşta Nînowat tê cuda kirin, lê bicîhanîna wan alîkariyan ne diyar e. heta naha bi awayek rêkûpêk tiştek negeheştiye me. Berî naha 140 milyar dînar hatibû cuda kirin, lê nakokiyên siyasî û guhertina parêzgerê Mûsilê ve ew jî diyar nebû. Em daxwazê dikin alîkarî ji Mûsilê re bên kirin, ku cîhê terorîstên DAIŞê li Mûsilê nemîne. Heta naha jî Mûsil tejî ye li bermayên wêrankirî yê terorîstan.’’
Herwaha got: ‘’Bingehê aborî li Mûsilê hîn wêran e. bi taybet jî aliyê rastê Mûsilê bi temam wêrankiriye. Heta naha çi tiştek nehatiye kirin. Ango tenê rizgar kirina bajêr ne bes e, pêwîste bîr û hizra xelkê ji tundiya DAIŞê bê paqij kirin û heta naha ew nehatiye kirin.’’
Basnews
