Li ser asta herêmî û navdewletî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî tê kirin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku ligel şandekê beşdarî merasîma sûndxwarina Nêçîrvan Barzanî bû, di twîttekê de wêneyê xwe û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî belav kiriye û nivîsiye: “Bi helkefta hilbijartina wî weke serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Serokê Herêma Kurdistana Iraqê dikim. Divê di siberojê de balê bixin ser projeyên şênber.”
Rawêjkarê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî wiha pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kiriye: “Bi helkefta destbikarbûna Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li birayê rêzdar kak Nêçîrvan Barzanî dikim. Hêvî dikim vî erkê pîroz bi baştirîn şêwaz birêve bibe. Di jêr rêberiya serok Barzanî de bikaribin bi hev re bingeha Kurdistaneke bihêz deynin, di xizmeta berjewendiyên bilind ên gel û niştiman de, şiyanên xwe bikin yek û ber bi pêş pêngav biavêjin.”
Balyozê Belçîkayê li Iraqê Hendrik Van de Velde, yek ji wan diplomatên din bû ku pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.
De Velde di twîttera xwe de nivîsiye: “Şerefmend im ku li merasîma sondxwarina Nêçîrvan Barzanî me. Di destpêka serdemeke nû de hêvî, peywendî û hevahengiya navdewletî dibînim. Şerefmend im wê demê balyozê Belçîkayê bûm ku ew serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû.”
Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî bi heman awayî pîrozbahiyê dike û dibêje: “Pîrozbahiyê li rêzdar Nêçîrvan Barzanî dikim bo posta wî ya nû. Vê helkeftê bikar tînim bo tekezkirinê li ser behayên pêkvejiyan û aştiyê di navbera hemû netewe, ol û pêkhateyên Iraqê de.”
Roja Duşemê 10ê Hezîrana 2019ê Nêçîrvan Barzanî di merasîmekê de, sonda yasayî xwar û bi fermî wek Serokê Herêma Kurdistanê destbikar kir.
Rudaw
