• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî karîbû guvaşan li ser Herêma Kurdistanê nehêle

Nêçîrvan Barzanî karîbû guvaşan li ser Herêma Kurdistanê nehêle
Ragirtina karê Parlementoya Herêma Kurdistanê di dema 2 salan de, bandoreke nerênî li ser rewşa Herêma Kurdistanê kiribû. Herêma Kurdistanê, tûşî kêşeyên cidî bibû, ji wan jî şerê DAIŞê û krîza darayî.Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî, Îlona 2017an, givaş li ser Herêma Kurdistanê bêhtir bûn. Nêçîrvan Barzanî karî wan givaşan li ser Herêma Kurdistanê nehêle û krîza darayî jî, ber bi dawî ve bibe.



Di çend salên borî de, Herêma Kurdistanê, ne li derveyî tengasiyên siyasî û nakokoiyên navbera hêzan de ye. Rengvedana vê yekê, li ser karê parlemento û hikûmtê û jiyana welatiyan hebû.



Yek ji encamên milmilaniyên siyasî, di gera çarem a parlementoya Kurdistanê de, ew bû ku karê parlementoyê bêhtir ji 2 salan hate ragirtin û ti yasayek, di dema wan du salan de, derneket.



Ragirtina karê parlementoyê di demekê de bû, ku Herêma Kurdistanê rûbirûyî gelek kêşe û astengiyên cidî bibû.



Ji wan jî, şerê DAIŞê û krîza darayî, ku ji destpêka sala 2014an ve, Herêma Kurdistanê tûşî wê bibû.



Piştî giştpirsiya taybet bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Îlona 2017an, guşar li ser Herêma Kurdistanê bêhtir bûn. Lê Nêçîrvan Barzanî berpirsiyarî hilgirt û dikarîbû guşaran li ser Herêma Kurdistanê nehêle, krîza darayî jî ber bi dawî ve bibe û paşkewta mûçeyan hilîne û kar ji bo bihêzkirina pêwendiyên navbera hêzên siyasî yên kurdistanî de, bike.



Baweriya siyasetmedarekî Kurdistanî bi wê yekê heye, ku Nêçîrvan Barzanî, di erkê xwe yê nû de, weke serokê Herêma Kurdistanê serkeftî be.



Siyasetmedar ê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî dibêje: “Kak Nêçîrvan Barzanî hêjayî wê yekê ye ku bibe serokê Herêma Kurdistanê, ji ber ku ezmûna wî, di birêvebirina hikûmetê de heye, di bikaranîna diplomasiyê de, di çareseriya kêşeyên nav Herêma Kurdsitanê de, rola wî ya taybet hebû û serkeftî bû. Di dema borî de me dît ku Nêçîrvan Barzanî, di kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de, xwedî roleke taybet bû, di kêşeyên navbera welatên cîran û Herêma Kurdistanê de, roleke wî ya taybet hebû. Bi şêwazê nerm û diplomasiya xwe, dikarîbû rewşa Kurdistanê ji têkdan û nerehetiyeke mezin rizgar bike, bîne nav aramiya ku niha heye. Lewma bawer im Kak Nêçîrvan wê di çareserkirina kêşeyên girîng ên Herêma Kurdistanê û welatên cîran de, serkeftî be.



Piştî ragihandina encamên hilbijartina 30ê îlona 2018an a Parlementoya Kurdistanê, ji bo pêkanîna kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê, PDKê weke serkeftiya yekem dest bi danûstandinan kir.



Nêçîrvan Barzanî, weke cîgirê serokê PDKê, di danûstandinan de, di hewlên ji bo rêkeftina hêzên sereke û pêkhateyên Kurdistanê de, derbarê beşdarîkirina di kabîneya henem de, li Herêma Kurdistanê, xwedî roleke sereke bû.



Cîgirê serokê Civata Giştî ya Tevgera Goranê Erkan Xelîl hêvîdar e di dema serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, Herêma Kurdistanê bêhtir pêşketinê bidest bixe û xelkên wê, di jiyaneke xweştir de bin.



Roja 28ê Gulana 2019an, bi bê amadebûna Fakrsiyona YNKê, parlementoya Kurdistanê civiya û berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, ji tevaya 81 parlementerê amadebûyî, bi 68 dengên parlementoyê, weke serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

Rudaw
Top