• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî derbasî hola sondxwarinê bû

Serok Barzanî derbasî hola sondxwarinê bû
Serok Mesûd Barzanî gihişt hola Saed Abdula yaku biryar e îro saet 11an de Serokê Hilbijartî yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têde sonda yasayî bixwe.

Serok Mesûd Barzanî li Parlementoyê Kurdistanê ji aliyê Seroka Parlamentoyê Vala Ferîd ve hat pêşwazîkirin.

Îro 10ê Hezîranê bi amadebûna hejmarek ji serkirde, nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û balyoz û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê, merasîma sondxwarina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê birêve diçe.
Top