• Friday, 13 February 2026
logo

Parêzgeha Nînovayê daxwaza hêzên pêşmerge dike

Parêzgeha Nînovayê daxwaza hêzên pêşmerge dike
dibêje hêzên Îraqî nikarin ewlekariya deverê biparêzin
Civata parêzgeha Nînovayê nameyeke fermî pêşkêşî hikûmeta navendî li Bexdayê kiriye û têde daxwaz kiriye daku hêzên pêşmerge vegerin Nînovayê û bajarê biparêzin.

Civata parêzgeha Nînovayê di nameya xwe de ji Serokwezîr û rayedarên din yên Îraqê re nivîsandiye: Hêzên ewlekarî yên Îraqê nikarên ewlekarî û asayîşa şêniyên Nînva û derdorê biparêzin lewre lazime ku Bexda bi fermî bo parastina ewlekariya deverê daxwaz ji hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bike daku vegerin deverê û ewlekariya deverê biparêzin.

Top