• Friday, 13 February 2026
logo

YPG: Li girê Biyê 20 leşker hatine kuştin

YPG: Li girê Biyê 20 leşker hatine kuştin
dibêje me bersifa operasiyona Xwakûrkê daye
HPG dibêje di encama êrîşeke bersifdanê de 20 leşkerên Tirk hatine kuştin

Navenda ragihandina HPGê eşkere kiriye ku ev çalakî di 7’ê Hezîranê saet 18.00’an de li dijî qereqola artêşa Tirk a Girê Biyê ya li bajaroka Bêgova ya girêdayî navçeya Zaxo hatiye pêkanîn.

Di çalakiyê de ji du aliyan ve kozik, stargeh û avahiyên di qereqolê de hatine hedefgirtin. Hêzên me bi awayekî bandor çalakî pêk aniye û di encamê de 20 leşker hatine kuştin. Her wiha wesayitek leşkerî û gelek stargehên di hewşa qereqolê de şewitî û tunebûne.
Top