• Friday, 13 February 2026
logo

Polîsê Duhokê: Kujerê Dilîn hewl daye destdirêjî bike

Polîsê Duhokê: Kujerê Dilîn hewl daye destdirêjî bike
Rêveberê Polîsê Duhokê Lîwa Tariq Ehmed eşkere kir: “Kesê ku Dilîn kuştiye, destpêkê hewl daye destdirêjî bike, lê ew razî nebûye û hawar kiriye, li gor gotina wî darek şikandiye û du car li stûyê wê daye û ew kuştiye.”



Dilîn li gel bira û pismamekî xwe çûye û venegeriyaye



Rêveberê Polîsê Duhokê Lîwa Tariq Ehmed di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku roja duyem a cejnê, Dilîn li gel birayek û pismamekî xwe ku ji wê biçûktir in, çûne mala cîranekê xwe, piştî demeke dirêj, herdu zarok bêyî Dilîn vegeriyane malê, piştre malbata Dilîn heta derengê şevê lê geriyane û dema ku bêhêvî bûne, di demjimêr 01:00ê şevê de malbatê polîs agahdar kirine ku Dilîn venegeriyaye malê.



Dilînê tawanbar nas dikir û jê re digot mamo




Tariq Ehmed eşkere kir ku çend saet piştî windabûnê, çend gumanbar hatine desteserkirin û yek ji wan gumanbarên ku bi tohmeta kuştina Dilîn hatibû desteserkirin, tawana xwe li xwe mikur hat ku roja duyem a cejnê, danê êvarê di demjimêr 18:00an de li taxa Zozan, Dilîn dîtiye. Tohmetbar hevaltiya wî jî bi bavê Dilîn re hebûye û Dilînê jî bi peyva mamo bangî wî dikir, dema tohmetbar bi Dilîn re axiviye, kariye ku wê razî bike û wê bi xwe re bibe, piştre tawanbar xwestiye ku wê ji bo hezên xwe yên nerewa bi kar bîne, lê Dilîn hawar kiriye, tawanbar darek şikandiye û li stûyê Dilîn daye û ew kuştiye.



Tohmetbar 47 salî ye



Rêveberê Polîsê Duhokê Lîwa Tariq Ehmed eşkere kir ku tohmetbar 47 salî ye û xelkê herêmê ye, herwiha di sala 2005an de jî hewla kuştina kesekî daye û hatiye zindanîkirin.



Birayê kujer jî hat desteserkirin



Ji ber ku hewl daye tawana kujerê Dilîn veşêre, birayê wî jî hatiye desteserkirin. Rêveberiya Polîsê Duhokê eşkere dike ku dema tohmetbar çûye malê, ji birayê xwe re gotiye ku kesek kuştiye, wê demê jî li mala Dilîn Welîd taziyeyek hebûye û birayê tohmetbar li gel wî çûne taziyeyê, ji ber veşartina tawanê, ew jî tohmetbar e.

Rudaw
Top