• Friday, 15 May 2026
logo

Derketina derve ji Şasiwar Ebdulwahîd re hat qedexekirin!

Derketina derve ji Şasiwar Ebdulwahîd re hat qedexekirin!
Tê gotin ku dadgeha Silêmaniyê derketina derveyî welat ji serokê partiya Nifşa Nû Şasiwar Ebdulwahîd re qedexe kiriye.

Li gorî agahiyên BasNewsê, dadgeha Silêmaniyê ji ber gilîya parlementera Nifşa Nû Şadiye Newzad li ser serokê Nifşa Nû Şasiwar Ebdulwahîd, derketina derveyî welat ji Şasiwar Ebdulwahdî re qedexe kiriye.

Parlementera Nifşa Nû, Şadiye Resûl beriya niha gilî kiribû ku Şasiwar Ebdulwahdî bi kamerayên veşartî çavdêriya wê kiriye û ew bi belavkirina “dîmenên rût” tehdîd kiriye.

Berpirsê polîsê Silêmaniyê Aso Taha li ser biryara dadgeha Silêmaniyê li ser Şasiwar Ebdulwahîd ji BasNewsê re got, haya me ji biryara dadgehê nîne ji ber ku ew dosya di destê asayişê de ye.

Berpirsê firokexaneya Silêmaniyê Tahir Ebdullah jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, em dosya di destê asayişê de ye ji ber wê jî haya me jê nîne ka dadgehê li ser wî çi biryarek daye.

Basnews
Top