• Friday, 15 May 2026
logo

Fermandarê Giştî yê HSDê: Danûstandinên me yên nerasterast bi Tirkiyê re hene

Fermandarê Giştî yê HSDê: Danûstandinên me yên nerasterast bi Tirkiyê re hene
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî eşkere kir, ku danûstandinên wan ên nerasterast, bi rêya navbênkaran bi dewleta Tirkiyê re hene û got, ku ew amade ne, pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin, lê divê Efrîn ji xelkê xwe re vegere.



Mezlûm Kobanî li navçeya Eyn Îsa beşdarî Komxebata Êlên Sûriyê bû û di axaftina xwe de ragihand, ku bêyî çareserkirina rewşa Efrînê, ew nikarin behsa ti çareseriyeke bingehîn û stratejîk bi cîranên xwe re bikin, û bi taybetî jî bi dewleta Tirkiyê re.



Kobanî eşkere kir ku di navbera wan û dewleta Tirkiyê de danûstandinên nerasterast hene û got: “Niha danûstandinên nerasterast hene ku em bi rêya navbeynkaran bi dewleta Tirkiyê re dikin, em dibêjin; Em ji bo diyalogê amade ne, em ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danûstandinê û bi rêyên aştiyan re amade ne, lê şert û merc ji bo vê yekê hene.”



Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir: “Belê em amade ne ku em li ser daxwazên dewleta Tirkiyê bisekinin, derbarê pirsên girêdayî sînor, lê di heman demê de, em daxwazê ji wê dikin, ku destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de neke, divê rêzê li serweriya dewleta Sûriyê û serweriya axa Sûriyê bigire.”



Mezlûm Kobanî eşkere kir: “Eger ew çareseriyê dixwazin, divê Efrînê vegerînin ji xelkê wê re, bê vegera xelkê Efrînê bo nav malên xwe, bêyî ku Efrîn vegere ser rewşa xwe ya normal, em nikarin behsa tu çareseriyeke bingehîn û stratejîk bi cîranên xwe re bikin û bi taybetî jî dewleta Tirkiyê.”

Rudaw
Top