Demîrtaş û Qendîl derbarê Girevên birçîbûnê de nakok in
Li 4 zindanên wekî Wan, Diyarbekir, Bakirkoy û Gebzeyê 15 zindaniyên PKKê, ji bo tecrîda li ser rêberê PKKyê Abdullah Ocalan şermezar bikin dest bi rojiya mirinê kirin. Zindaniyên PKKê dixwazin hevdîtinên Ocalanî digel malbat û parêzerên wî neyên astengkirin. Ji bo vê armancê jî berê xwe dan çalakiya mirinê.
Li ser girevên birçîbûnê nêrînên cuda di navbera Hevserokê berê yê HDPyê Selahatîn Demîrtaşî û berpirsên PKKê de hene. Demîrtaş dijî girêvên birçîbûnê ye, lê ew nikare banga dawîkirinê jî bike. Divê hikûmet guh bide daxwazên xwenîşanderan û girevên birçîbûnê dawî werin.
Lê berpirsên PKKê berevajî Demîrtaşî rijd in. Endamê Desteya Rêveber ê PKKê Murat Karayilan dibêje: Divê girevên birçîbûnê berfirehtir bibin û zêdetir kes beşdarî bikin. Divê xwenîşandarên girevê tenê neyên hiştin.
Li gor Hevserokê KCKê Cemîl Bayik jî girevên birçîbûnê helwesteke netewî û şoreşgerî ye û heta encamek were bidestxistin divê berdewam be.
Berpirsekî din ê PKKê jî eşkere dike ko hikûmeta Tirkiyê guh nade peyama wan û ji zimanê girevên birçîbûnê tênagihe. Ewê jî bi zimanê çekan biaxifin û şerî berfirehtir û dijwartir bikin.
Girevên birçîbûnê beriya 6 mehan di pêşengtiya Parlementera HDPyê Leyla Gûvenê de destpêkir û bi 3 hezar zindaniyên PKKyê berdewam e. Dixwazin tecrîda li ser Ocalanî rabe. Lê hikûmeta Tirkiyê bêdengiyê hilbijartiye û ne diyar e ev rewşa aloz dê ber bi kû ve biçe.
