Meral Akşener: Erdogan gefan li nîvê Tirkiyê dixwe
Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener di civîna heftane ya fraksyona partiya xwe de gotarek pêşkêş kir û got: "AK Partî û Erdogan propagandeya hilbijartinên şaredariyan kiribûn meydana bizdandina xelkê û bi man û nemanê ve girêdabûn, di demekê de ne welat hat dagîrkirin û ne bang hat bêdengkirin, lê Erdogan bi zimanê hişk û hejandina tiliyê gefan li nîvê Tirkiyê dixwe."
Meral Akşener da zanîn ku hinek kes hene Serokomar kirine dîlê siyasî û bi rêya medyayê gefan li milet dixun û got: "Erdogan jî bi fîka wan xelkê, partiyên siyasî û Hevpeymaniya Milet wek terorîst nasandin. Divê daxwaza lêborînê li milet bike, eger na di hilbijartinên siberojê de, desthilatê jê werdigirin."
Akşener got: "Peyamên tejî kîn û nefret ên Erdogan li dijî serkirdeyên Hevpeymaniya Millet wiha kiriye ku Erdogan bikeve ber êrîşê û bi ser mala min de bigrin. Lewra ku Erdogan dibêje Tirkiye nabe Vanezuela, em jî dibêjin Tirkiye nabe Bakurê Koreyê."
Akşener tekez kir ku divê dest ji gefan berdin û hewla çareserkirina rewşa aborî bidin û got: "Li gor amarên fermî rêjeya bêkariyê nêzîkê 5 milyonan dibe. Ez bang li Erdogan dikim ku bibe serokkomarê 82 milyon kes û zavayê wî jî ku bûye bela sere milet, ji postê wî dûr bixe."
Rudaw
