• Monday, 18 May 2026
logo

Rosy Cave: Kurdistan bo Brîtanyayê gelek girînge

Rosy Cave: Kurdistan bo Brîtanyayê gelek girînge

Dibêje em piştîvaniya reformên hikûmetê dikin.

Konsulusa giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê  Rosy Cave di kongreyeke çapemeniyê de behsa têkiliyên navbera Brîtanya û Kurdistanê kir.

Rosy Cave ragihand ku, Brîtanya têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir û bihêztir dike jiber ku, Kurdistan bo Brîtanyayê gelek girînge.

Cave herwiha diyar kiriye ku, gelek xalên hevbeş di navbera Hewlêr û Londonê de hene û Brîtanya bi tevahiya hêz û karînên xwe ve piştîvaniya reformên hikûmeta herêma Kurdistanê dike û bo serxistina prosesa reformên nava hêzên pêşmerge jî Brîtanya hevkariya hikûmeta Kurdistanê dike.

Top