• Friday, 15 May 2026
logo

Hêzên opozîsyona Sûriyê: Me êrişa YPGê li Ezazê şikand

Hêzên opozîsyona Sûriyê: Me êrişa YPGê li Ezazê şikand
Hêzên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê, ku xwe wek artêşa azad ya Sûriyê jî didin nasîn, dibêjin, wan êrişeka YPGê li devera Ezazê şikandine.

Roja 1 vê mehê YPGê ragihandibû, şervanên wan li gundê Kefer Xaşir yê bajarokê Ezazê êrişî koma bi navê Cebhet El Şamiyê, ku girêdayî opozîsyona Sûriyê û alîgira Tirkiyê ye, kirine.

Li gorî agahiyên YPGê, di wê êrişê de çekdarek hatibû kuştin û 2 jî birîndar bibûn.

Lê fermandehiya hêzên opozîsyonê li Ezazê ragihandiye, wan ew êrişa YPGê şikandine û çend şervanên wan jî birîndar kirine. Tenê çekdarekî wan di wî şerî de birîndar bûye.

Basnews
Top