Rêveberiya Xweser ji bo DAIŞê daxwaza damezrandina dadgeheke navdewletî dike
Pisporekî yasayên navdewletî dibêje, dibe damezrandina dadgeheke navdewletî bi salan dirêj bike, ev yek jî li gorî rewşa heyî, ne di berjewendiya civaka navdewletî de ye. Heman pispor dibêje, bijardeya herî baş ewe ku her çekdarekî biyanî li welatê xwe were dadgehkirin.
Di dema dawî de Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civaka navdewletî xwest ku dadgeheke navdewletî ji bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê yên girtî li ba wan bê avakirin, lê pisporekî yasaya navdewletî vê yekê zehmet dibîne.
Rêveberê Bernameya Dadweriya Navdewletî Joel Hobrecht diyar kir: "Avakirina dadgeheke navdewletî li bakur û rojhilatê Sûriyê, ne di cihê xwe de ye, ji ber krîza Sûriyê û sedemên krîzê rêgir in, heta niha krîz nehatiye çareserkirin, herwiha navçe jî ne aram e."
Bi nerîna Joel Hubrecht, dibe ku avakirina dadgeha navdewletî bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê bi salan dirêj bike, û ev yek jî ne di cihê xwe de ye, û divê ew çekdar li welatên xwe bên dadgehkirin.
Joel Hobrecht dibêje: "Di dema niha de, ya baştir ew e ku cîhadiyên me vegerin Fransayê, ne ji ber ku saziyên me yên dadwerî baştir in, lê bi rastî ji ber rewş li Sûriyê gelekî tevlîhev e û em naxwazin ew li wê derê wenda bibin, an di navbera HSD û Şamê de têkevin nav lîstikekê."
Piştî ku şerê dijî DAIŞê li rojhilatê Sûriyê bi dawî bû, berpirsên Rêveberiya Xweser ragihandin ku bi hezaran çekdarên DAIŞê yên biyanî li ba wan girtî ne, û divê çareseriyek ji wan re bê dîtin. Bi nerîna wan berpirsan an divê welatên ku jê hatine, wan werbigirin û an jî divê dadgeheke navdewletî bo wan bê avakirin.
Rudaw
