• Friday, 15 May 2026
logo

Li çend bajarên Îraqê rewşa awarte hat ragihandin

Gulan Media March 25, 2019 Nûçe
Li çend bajarên Îraqê rewşa awarte hat ragihandin
li gor zaniyariyan zarokek canê xwe ji dest daye
Li gor nûçeyeke ajansa Şefeq news jiber barîna baraneke bixor yaku ji duhê êwarê destpê kir û heta îro danê sibê dom kir, lehiyeke mezin li çend bajarên naverasta Îraqê rabûye.

Li gor çavkaniya han jiber rabûna lehiyê, li çend bajarên naverasta Îraqê rewşa awarte hatiye ragihandin û tevahiya dezgeh û îdareyên fermî jiber vê yekê hatine daxistin.

Şefeq news herwiha belav kiriye ku li Parêzgeha Wasêt jiber rabûna lehî xaniyek herifiye û di encam de zarokek jî canê xwe ji dest daye.

Top