• Friday, 15 May 2026
logo

Temelli: Guneha mirinên di zîndanan de li stûyê Wezîrê Dadê ye

Gulan Media March 25, 2019 Nûçe
Temelli: Guneha mirinên di zîndanan de li stûyê Wezîrê Dadê ye
Hevserokê HDPê Sezai Temelli bi daxuyaniyekê got: Guneha van mirinên di zîndanan de, di stûyê Wezîrê Dadê de ye.

Hevserokê HDPê Temelli, li Dersim li Meydana Seyid Riza beşdarî bangêşeya hilbijartinê bû û got: Wezîrê Dadê yê vî welatî ev 137 roj in tawanan dike û li hemberî mirinan bêdeng e.

Sezai Temelli da zanîn, ji destpêka van çalakiyan û heta niha wek partiyek siyasî ya parlamentoyê, em bang li hikûmetê dikin da ku daxwazên rewa yên çalakvanan bicîh bîne.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku 400 girtî bi armanca dorpêça li ser Abdullah Ocalan rabe û dawî li kiryarên xerap û ne yasayî were, di greva birçîbûnê de ne.

Ji nava wan girtiyan jî ji roja 17ê vê mehê ve Zulkuf Gezen, Ayten Becet û Zehra Saxlem ji bo rakirina dorpêça li ser Ocalan di zîndanan de dawî li jiyana xwe anîn.

K24
Top