• Wednesday, 10 June 2026
logo

Gelek xanî û riyên Rojavayê Kurdistanê di bin lehiyê de mane

Gulan Media March 25, 2019 Nûçe
Gelek xanî û riyên Rojavayê Kurdistanê di bin lehiyê de mane
Ji duhî bareke bihêz li Rojavayê Kurdistanê dibare û li gelek deveran lehî rabûye û hin gund hatin valakirin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, ji ber barîna baranê asta çemê bajarokê Dêrikê bilind bû û lehî dervasî nava xanî û dikanên li aliyê wî çemî bû û gelek ziviyên derdora Dêrikê jî di bin lehiyê de man.

Ji ber rabûna lehiyê jî û metirsiya rabûna asta avê û hilweşîna bendava Borzê a li nêzîkî Dêrikê, gundê Borzê hate valakirin.

Peyamnêrê me da zanîn, lehî li gund û bajarokê wek Girkê Legê, Çilaxa, Tirbesibiyê jî bilind bûye û piraniya rê û kolanên wê herêmê di bin lehiyê de mane û av dervasî nava gelek xaniyê welatiyan bûye.

Li gor pêşbîniyên keşûhewayê jî, tê herêmên pêşbînîkirin Rojavayê Kurdistanê şepola baranê heta çend rojên din jî berdewam be û lehî rabe.


K24
Top