• Friday, 15 May 2026
logo

Ji ber tecrîda li ser Ocalan keseke din jî dawî li jiyan xwe anî

Gulan Media March 24, 2019 Nûçe
Ji ber tecrîda li ser Ocalan keseke din jî dawî li jiyan xwe anî
Li Girtîgeha Oltu ya Cureya T, Zehra Saglam ji bo "protestokirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan" dawî li jiyana xwe anî.



Pêr li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Ayten Beçet "li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan" dawî li jiyana xwe anîbû.



Zehra Saglam ku di Girtîgeha Oltu ya Cureya T de girtî bû, ji bo "protestokirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan" dawî li jiyana xwe anî.



Hat ragihandin ku cenazeya Zehra Saglam dê ji aliyê polîsan ve bo Mûşê were veguhestin û radestî malbata Saglam bikin.



Herwiha Zulkuf Gezen û Ayten Beçet jî li girtîgehê ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan dawî li jiyana xwe anîbûn.



Abdullah Ocalan nêzîkî 19 sal in li Îmraliyê girtî ye. Bi mebesta protestokirina tecrîda li Ocalan, heta niha çendîn kesan dawî li jiyana xwe anîne.

Rudaw
Top