PDK û YNK: Di çarçova rêkeftina siyasî de kar dikin
Piştî civînê PDK û YNKê daxuyaniyek belav kir û tê de her du aliyan tekezî li ser serxistina danûstandin û guftûgoyên pêkanîna hikûmetê kir û di vê hefteyê de careke din dicivin.
Tekezî li wê jî hate kirin, di çarçova rêkeftina siyasî ya di navbera wan de ya di 4ê Adarê de hatiye îmzekirin, dest bi guftûgoyên cidî û berhemdar bikin. Di civîna îro de jî hûrgiliyên karê hevbeş hatin guftûgokirin û gavên baş hatin avêtin.
Şanda PDKê ji Kemal Kerkûkî, Kakemîn Necar, Elî Husên, Hêmin Hewramî, Elî Ewnî, Ferset Sofî, Dilşad Şihab pêk hatibû. Şanda YNKê jî ji Îmad Ehmed, Refet Ebdula, Şalaw Kusret, Lahor Şêx Cengî. Ednan Heme Mîne û Letîf Şêx Omer pêk hatibû.
