• Friday, 15 May 2026
logo

Li Maliyê 115 kes hatin kuştin

Gulan Media March 24, 2019 Nûçe
Li Maliyê 115 kes hatin kuştin
Li Maliyê komeke çekdar êrîşî civaka Fulanî kir û di êrîşê de 115 kes kuştin.



Serokê Komeleya Fulanî Tabîtal Pulaakoyê Ebdulezîz Dîallo got ku milîsên endamê koma Dogonê êrîşî gundê Egossagouyê kirin û jinên ducanî û zarok jî di nav da 115 kes kuştin.



Ebdulezîz Dîallo diyar kir ku di êrîşê de mixtarê gundê Egossagou û neviyên wî jî hatin kuştin.



Endamên koma Dogonê Fulaniyan sûcdar dikin ku piştgiriyê didin milîtanên bi komên terorê re têkildar in.



Fulanî bêtir li aliyê navîn ê Maliyê dijîn û piraniya wan şivan in û Fulanî di van salên dawiyê de ji ber bûyerên terorê yên ku li herêmê diqewimin rastî êrîşên cur bi cur tên.

Rudaw
Top