Diyarbekir - Tifaqa Welatperwer û Demokrat Newroz pîroz kir
Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Amedê di şeva 21ê Adarê li Diyarbekirê bi beşdariya nûnerên gelek dezgehên sivîl, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, rêvebir, endam û dostên PAK û PSKyê bi girseyî beşdarî şahîya pîrozbahîya Newrozê bûn.
Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek û Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di derbarê Newrozê, rewşa her çar perçeyên Kurdistanê û hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an da bîr û rayên xwe anîn zimên. Sîyasetvan û helbestvanê Kurd Mela Emadîn jî helbesteka Newrozê xwend.
Şahîya Newrozê a Tifaqa Welatperwer û Demokrat a li Amedê bi stranên ozanên kurd Brîvan û Çîyager û bi dîlan û govenda girseyî, bi coşeke mezin bi dawî hat.
Basnews
