Serokwezîrê Îraqê daxwaza jikar der xistina parêzgarê Mûsilê dike
Ebdulmehdî nivîsandiye ku belge di destê wan de heye ku li Mûsilê gendeliyên mezin hatine kirin û pere û samanên giştî bo berejwendiyên taybetî hatine bikaranîn lewre daxwaz kiriye daku Parêzgar û Cîgirê vî jikar werin dûrxistin.
Weke tê zanîn ku roja Pêncşemê li Mûsilê di nava ava Dîcleyê de belemek binav ketibû û herî kêm 100 kes canê xwe ji dest dabûn.
