Herêma Kurdistanê şînê radigehîne
Teksta peyamê:
Ji ber wê karesata duhî (21.03.2019) qewimî ku li Mûsilê gemiyeka geştiyarî di Cemê Dicleyê da binav bû û bi dehan hevwelatiyên bajarê Mûsilê jiyana xwe ji dest da, em gelek bi xem û kovan in. Her ji destpêka bûyerê hemû saziyên peywendîdarên tendirustiyê û hewarçûnê yên Herêma Kurdistanê hatin raspartin ku di hewara birîndar û lêqewmiyan biçin û bi awayekî berdewam em rewşê di şopînin. Em vê yekê jî bi erka xwe ya niştimanî, biratî û hevbeş dizanin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar û hevbeşa şînîya giştî li Îraqê ye û bi vê boneyê jî çalakî û şahiyên fermiyên cejna Newrozê radigire. Ji Xwedayê mezin hêvî dikin qurbaniyan bi Beheştê şad bike û sebir û aramiyê bi malbatên wan yên birê bide û ji birîndaran ra jî çakbûna lezgîn dixwazin.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
22.03.2019
