• Sunday, 15 February 2026
logo

HSD çekdarên DAIŞê yên Kurd radestî Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media March 13, 2019 Nûçe
HSD çekdarên DAIŞê yên Kurd radestî Herêma Kurdistanê dike
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) çekdarên DAIŞê yên Iraqî û Kurd radest dike ku niha di nav girtîgehên wan de ne. Heta niha du karwan ji wan çekdaran radestî Iraqê hatine kirin, çekdarên Kurd jî amade kirine daku radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.



Berdevkê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî hejmara wan çekdarên DAIŞê û nasnameyên wan eşkere kir ku di dema şer de ji aliyê hêzên HSDê ve hatine desteserkirin yan xwe radest kirine.



Mistefa Balî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Nêzîkî 3 hezar çekdarên DAIŞê, tevî hevjîn û zarokên xwe li cem me girtî ne, ku ji sisêyan yek biyanî ne. Ji wan çekdaran 500 kes Iraqî bûn. Hinek ji wan di şer de dîl hatine girtin û hinek jî xwe radestî hêzên me kirine. Niha jî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê û bi rêkeftina bi wan re em dê çend karwan radest bikin û li wir dê werin dadgehîkirin.”



Li ser hejmara wan çekdarên ku heta niha radestî hikûmeta Iraqê hatine kirin, Mistefa Balî ragihand: “Heta niha me 250 çekdarên DAIŞê yên Iraqî radest kirine. Karwanê ewil di naverasta meha Sibatê de hat radestkirin, ku hejmara wan 150 çekdar bûn, karwanê duyem jî, ku hejmara wan 130 kes bû, roja 04/03/2019an radestî hikûmeta Iraqê hate kirin. Li gor rêkeftina navbera me jî, çekdarên DAIŞê yên ku di nav girtîgehên Hêzên Sûriya Demokrat de mane, bi çend qonaxên din dê werin radestkirin.”



Balî diyar kir: “Beşek ji wan çekdarên DAIŞê yên Iraqî xizmên xwe jî anîbûn Sûriyê û ew jî di zindanên me de ne, lewma me ji hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye ku malbat û xizmên çekdaran jî werbigrin, wan jî qebûl kir.”



Ji bilî wan çekdarên DAIŞê ku bi eslê xwe Ereb in, çend çekdarên Kurd jî di nav zindanêns HSDê de ne. Mistefa Balî li ser hejmara wan çekdarên DAIŞê yên Kurd jî diyar kir: “Çekdarên Kurd ên di nav DAIŞê de gelek bûn, beşek ji wan di şer de hatin kuştin û beşek ji wan jî piştî têkçûna DAIŞê li Sûriye û Iraqê, ber bi welatên Ewropayê reviyan. Niha zêdetirî 40 çekdar xwe radestî hêzên me kirine yan jî dîl hatine girtin, piranuya wan Kurdên Başûrê Kurdistanê ne, nêzîkî 10 çekdar jî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ne.”



Li gor gotina Berdevkê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî, li benda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, daku wan çekdaran radest bikin. Balî eşkere kir: “Li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser radestkirina wan hatiye axaftin û wan jî amadebûna xwe nîşan dane ji bo wergirtin û dadgehîkirina wan li Herêma Kurdistanê. Niha ew çekdar ji bo radestkirinê hatine amadekirin û em li benda biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.”



Mistefa Balî li ser çekdarên DAIŞê yên ji Rojhilatê Kurdistanê jî got: “Ew xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne, hêj me biryar nedaye ku em radestî Îranê bikin yan na.”



Piştî şerê navxweyî ya Sûriyê, hejmareke mezin ji Kurdan bi navê "cîhada li dijî Beşar Esed", berê xwe dan Sûriyê. Destpêkê tevlî Cebhet El Nusra bûne, lê piştî derketina DAIŞê piraniya wan derbasî wê rêxistinê bûn.



Rêveberê Peywendî û Pêkvejiyana Olî yê li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Merîwan Neqşebendî ji Rûdawê re ragihand: “Ti zanyariyên me li ser radestkirina çekdarên DAIŞê yên Kurd tine ye, lê di destpêka hatina DAIŞê bo Iraq û Sûriyê de nêzîkî 500 xortên Kurd çûne nav wan.”



Merîwan Neqşebendî li ser çarenivîsa wan çekdaran got: “300 çekdarên DAIŞê yên Kurd di şer de hatine kuştin, 150 çekdar jî xwe radestî hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine yan hatine desteserkirin ku hinek ji wan hatine dadgehîkirin. Piştî ku ji pakbûna wan hat bawerkirin, vegeriyan civakê û hatine berdan, lê 40 heta 50 kes hêj nediyar in û em nizanin gelo dijîn yan hatine kuştin.”



Rêveberê Asayişa Duhokê Bijar Koremarkî ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha ti çekdarekî DAIŞê ji aliyê HSDê û bi rêya me nehatiye radestkirin. Dema ji rayedarên me ferman were ku em wan werbigrin, em dê werbigrin.”



Hejmareke mezin ji çekdarên biyanî yên DAIŞê ketiye destê hêzên HSDê. HSD jî heta niha çend caran ji welatan daxwaz kiriye ku çekdaran werbigrin. Mistefa Balî dibêje: “Hejmareke mezin ji çekdarên welatên Erebî û Ewropî li cem me ne, me ji welatên wan daxwaz kiriye ku wan werbigrin, lê heta niha ew welat naxwazin wan werbigrin.”

Rudaw
Top