• Friday, 15 May 2026
logo

Asayîşa YNKê avête ser binkeyekî grubekî ser bi PKKê

Gulan Media March 13, 2019 Nûçe
Asayîşa YNKê avête ser binkeyekî grubekî ser bi PKKê
Rêveberên grubekî ser bi PKKê ragehandin, ku asayîşa YNKê li Silêmaniyê avêtiye ser binkeyê gruba wan.

Endamê encûmena Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê, ku grubekî ser bi PKKê ye li Silêmaniyê Mihemed Kerîm ji BasNewsê re ragehand, asayîşa Silêmaniyê binkeyên Tevgera Azadî û rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê dorpêç kiriye û deriyê binkeyê bi quflên xwe yên taybet ve daxistine.’’

Herwaha diyar kir ku asayîşa Silêmaniyê demeke kar û çalakiyên Tevgera Azadî û PKKê qedexe kiriye, lê ew karê YNKê em sar nekirine.

Herwaha diyar kir ku asayîşa YNKê li Silêmaniyê berdewam çavdêriya binkeyên me dikin û binkeyên me dadixin.

Derbarê heman mijarê de rêvebera diyar a Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê Tara Husên di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, her naha jî asayîşê avêtiye ser binkeyê Tevgera Azadî û dorpêç kirine.

Basnews
Top