• Friday, 15 May 2026
logo

Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan seredana Şirnexê kir

Gulan Media March 11, 2019 Nûçe
Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan seredana Şirnexê kir
Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçova hilbijartinan de seredana Şirnexê kir û li Qada Dadgehê di mitîngede axivî:

Erdogan berevajîyê mitîngên li bajaren din ye Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê li Şirnexê rexne li HDPê û CHPê nekirin belê rexne li PKKê kirin wiha got: ”Ma ne evin keçên me yên 13-14-15 salî di revandin û birin çîya. Em vî hesabî 31ê adarê bipirsin. Ev dayîken jibo çarenusa zarokên xwe li ber derîye şarederîya mezin ya Amedê kombûyîn em ji bîr nakin. Ti pirsgirekên me li gel Kurden Îraqê û Surîye tuneye kijan alî demê serê wan dikeve tengasîye serledane li Tirkîyê dikin. Em jibo birayên me yen kurd li wêderê li Surîyê neyên xapandin ve tekoşîne dikin.” Parlementerê AKPê ye Şirnexê Rizgîn Bîrlîk jî axivî û got: ”Me hedî nave zarokên me yên 15 salî cenazeyên wan bên. Em şerî naxwazin, bila nemirin bila bixunîn.” Hejaye gotîneye ji deveren Şirnexê ji Sertê, Merdîn, Elîhê, welatî bi busa hatibun anîn jirnex. Her wiha nezî 10 hezar polîs û leşker ku piranîya wan jî ji bajaren din yen Tirkîyê jibo ewlehîyê hatbûn anîn Şirnexê. Erdogan davîya axaftina xwe de behsa hinek xizmeten ji alîyê hukumete ve hatî pêkanîn kir.

Waar.tv
Top