François Hollande: Biryara Trump a vekişandina hêzan ji Sûriyê şaş e
Serokomarê berê yê Fransayê, Franşois Hollande roja 24ê Sibatê li ser vexwandina Tora Medyayî ya Rûdawê û ji bo beşdarbûna di merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî hate Herêma Kurdistanê.
Franşois Hollande roja 25ê Sibatê beşdarî merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bû û yekemîn xelata Şîfa Gerdî ya di warê rojnamevaniyê de da peyamnêra televîzyona erebî ya Al Aan TV, Jenan Moussa.
Hollande herwiha di wê merasîmê de gotarek jî pêşkêş kir.
Tora Medyayî ya Rûdawê sûd ji wê derfetê wergirt û hevpeyvîneke taybet bi Hollande re encam da.
Di vê hevpeyvînê de, serokomarê berê yê Fransayê li ser pirsên Rûdawê, amaje bi destpêşka êrîşên DAIŞê li herêmê, serdanên xwe yên bo Kurdistanê û hevdîtinên li gel serok Barzanî kir û derbarê rewşa niha ya Iraq û Sûriyê, qonaxa piştî şikesta DAIŞê, rewşa Kurdan li Sûriyê û Iraqê, Pêwnediyên navbera Fransa û Kurdistanê, biryara Donald Trump a ji bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û gelek mijarên din de bersiva pirsên Rûdawê da.
Hollande di vê hevpeyvînê de tekezî li ser pêwîstiya hevkarî û hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Iraq û dewletên endam ên Hevpeymaniya Navdewletî de, ji bo misogerkirina ewlehî û seqamgîriya li herêmê û rêgirtina ji nû ve serî rakirina rêxistina DAIŞê kir.
Di serdema serokatiya Hollande de, Fransa bû endamê Hvepeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê û hêzên taybet ên Fransayê tevî topxane û firokeyên şer ên wî welatî bo piştgiriya Herêma Kurdistanê û herwiha hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, bo herêmê hatin şandin.
François Hollande biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bi biryareke şaş bi nav dike û divêje, ev biryar bilez û bez hatiye dayîn û bi cîbicîkirina vê biryarê, metirsiya wê yekê heye ku rêxistina DAIŞê careke din serî rake û ji nû vex we birêxistin bike.
Ev hevpeyvîn di roja 25ê Sibata 2019ê de û ji aliyê Hisên Omer ve hatiye encamdan.
Rûdaw : Cenavê serok, hûn bi xêr hatin
François Hollande: Dem baş
Spas ku hûn bi me re ne. Ji kerema we, Bila em bi pirseke aloz dest pê bikin. Pirseke ku gengeşeyeke pir li dû xwe tîne. Niha çalakî, liv û gefên DAIŞê careke din li parêzgeha Kerkûkê û hi parêzgehên din ên naverasta Îraqê diyar dibin. Amerîka biryar da ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne. Li Minşinê, çend serkirdeyên Ewropayê gotin ku DAIŞ hîn bi dawî nehatiye. Bi nêrîna we, DAIŞ bi dawî hat li Sûriyê û Îrqê?
DAIŞ şikest. Bi şêweyekî ji şêweyan, şerê li dijî DAIŞê bi ser ket li Îraqê, û niha jî li Sûriyê nêzîkî gihaştina bi encama xwe dibe. Lê... DAIŞ dimîne li ser asteke pir kêmtir, lê dimîne û wek torekê dikare careke din çalak bibe. Ji bo vê sedemê jî ez ne li gel biryara Donald Trump im bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, madem hêj eger heye ku konflît gurr bibe û di demekê de ku Turkiye dixwaze ku cih li bakurê Sûriyê bigire. Lewre, bi nêrîna min di berjewendiya hemûyan de ye, eger bi dilê Îraqê be û eger Sûriye bixwaze, ez ne behsa rejîmê dikim, ez behsa rewşê li Sûriyê dikim, ku ew hêz bimînin, li Îraqê mebest derbarê Fransa de ew serbazên ku top bi kar dianîn, topxane bi kar dianîn ku pir sûdbar bûn di rizgarkirina Mûsilê de. Li Sûriyê jî, mebest şêwirmendên li Kurdistana Sûriyê ne û her wiha hêzên esmanî yên ku dikarin DAIŞê li wan cihan ji nav bibin ku egera serîhildana wê heye. Lewre, bersiva min pir zelal e, em ji DAIŞê xilas nwbûne, û madem em jê xilas nebûne, divê em li Îraqê bimînin, bê guman eger desthilatên Îraqê vê yekê bixwazin.
Belê cenabê serok, vê dawiyê, berêz Trump got ku ew ê grûpeke biçûk ji hêzan li Sûriyê bihêle, hûn vê biryara wî çawa dinirxînin ?
Baş e, Donald Trump pir caran helwesta xwe guhertiye. Wî pêşî twîtek avêt ku dê bi temamî vekişe, paşê hinekî li biryarê vegeriya, niha jî dibêje ku dê bi dehan an bi swedan serbaz bihêle. Bi nêrîna min divê Amerîka di çarçoveya Hevpeymaniyê de tevbigere. Di çarçoveya Hevpeymaniyê de biryar bên dayin ne bi şêweyekî tekalî. Lewre, hêvîdar im ku Amerîka û tevahiya welatên Hevpeymaniyê bi hev re biryar bidin ku tişta guncav çi ye ku bê kirin. Û bi nêrîna min tişta guncav ew e ku hêzên li wir bimînin, dibe ku bi hejmaeke kêmtir ji berê, ez behsa Sûriyê dikim, bi taybet bo Amerîka ji ber ku ew hêza herî bêhtir e li wir, divê hêz kêmtir bin lê pir çalaktir bin di karê li dijî DAIŞê de di riya piştevaniya HSDê de ku li bîr tînim ku wan karê jinavbirina DAIŞê bi serî kir. Û eger niha endamên Hevpeymaniyê bi hêsanî ji Sûriyê vekişin, û pişta xwe bidin Kurdên Sûriyê, bêguman wê demcamên pir metirsîdar li ser Kurdan, lê li ser aramiyê jî hebin. Ji ber ku ev ê derfetek be ku DAIŞ ji nû ve serî hilde.
Cenabê serok, nêrîneke we ya kûr li ser pisgirêkên cîhanê heye belku li herêmê jî. Bi nêrîna we çi metirsiyên rasteqîn ên DAIŞê û rêxistinên din ên hevbîrên wê li ser Rojava hene? Bi taybet ku hejmara penaberên ku ji Rojhilata Navîn tên her sal, belku roj bi roj zêde dibin ?
Yekem, hêj çekdarên DAIŞê hene, yên ku nehatine girtin û ne jî hatine kuştin. wate ew dikarin careke din çalak bibin piştî ku ji bo demekê xwe veşêrin û ji hev belav bibin. Duyem, em dizanin ku DAIŞ êrîş li Ewropayê encam dabûn, û bêyî ku heman îmkan û şiyanên berê li ber destê wê bin, DAIŞ hêj dikare biryarê ji Îraq û Sûriyê di riya torên xwe re bide da ku êrîşî Fransa û Ewropa bike, lewre, ji berjewendiya me ye ku em şerê DAIŞê bikin li wan cihan ku serkirdeyên DAIŞê li wan dimînin. Em ji bîr nekin ku Bexdadî hêj nehatiye kuştin, ew li Sûriyê ye, li Îraqê ye, em nizanin, lê hîn rêxistin, rêveberiya rêxistinê heye ku dikare tevbigere û êrîşî me bike. Paşê, bi rastî ne tenê DAIŞ heye, lê hin rêxistinên din ên terorîst hene, El-Qaîde jî hêj li Sûriyê heye, lewre pir girîng e ku em ne tenê li DAIŞê temaşe bikin, lê divê em tevahiya rastiya diyardeya terorê bibînin. Em ji bîr nekin ku DAIŞ ji el-Qaîde hatiye der, û el-Qaîde li Sûriyê maye.
Birêz Hollande, çi baştirîn şêwe ye bo xebata li dijî DAIŞê? Gelo wek nimûne, pêwîstî bi xebateke giştgîr li Rojhilata Navîn û Rojava heye? Ji ber ku sal 2001ê, ji bo me derket ku êrîşên el-Qaîde ne tenê li dijî Rojhilata Navînin, el-Qaîde êrîş li Amerîkayê encam dan ?
Lê el-Qaîde êrîşî Ewropayê jî kir. Ne tenê li Fransayê, lê belê li Elmanya, li Belcîka, û li Espanyayê. Wate, teror giraniyê nade bi tenê Rojhilata Navîn tevî ku Rojhilata Navîn baca herî mezin daye. Duyem, em şerekî giştgîr dikin ji ber ku DAIŞ li Efrîqayê jî heye li gel el-Qaîde. ji bo vê yekê min biryar da, dema ku serok bûm, ku em desttêwerdanê li Malî bikin, ji ber ku min baş dizanîbû ku egera wê yekê heye ku li wir cihek ji bo terorîstan hebe bi heman şêweyê ku li Îraq û Sûriyê hebû, anku erdekê dagîrbikin û paşê jê belav bibin, li navçeyê û her wiha di riya êrîşên terorîstî de li Ewropayê û dibe li cihên dûrtir jî. Wate, bingehên DAIŞ û el-Qaîde li rojavayê Efrîqayê hene, li Somalya hene, li Lîbya hene, û mixabin, li Efxanistanê jî hene, û li Rojhilata Navîn jî hene. Wate, ev xebateke giştgîr e ku em dikin.
Berêz, ev tê wê wateyê ku ji bilî Hevpeymaniya Navdewletî ya 74 welatan, pêwîstî bi Hevpeymaniyeke din heye li ser hemû astan, li ser asta cîhanî, hemahengiyek di navbera hemû welatên Rojhilata Navîn û welatên Rojava de ?
Belê, pêwîstiya me bi Hevpeymaniyeke berfirehtir heye ji wê ya ku ji bo Sûriyê û Îraqê hatibû dirustkirin. Pêwîstiya me bi Hevpeymaniyekê li ser asta cîhanê heye ku dever û bingehên din ên DAIŞê ku, mixabin, ji bilî Rojhilata Navîn hene bike armanc. Duyem, Hevpeymanî ne tenê bi armanca ewlekariyê hatiye dirustkirin. Heger em bivin li dijî terorê bixebitin, divê em li dijî sedemên terorê bixebitin, lewre, baş e ku niha kar bê kirin daku ev Hevpeymanî hewl bide ji bo ji nûveavkirinê, û cîgîrbûnê, ev ji bo alîkariya Îraqê ye ji bo ji nûveavakirinê, û herwiha ji bo demeke guncav, niha dem ne guncav e, ji bo alîkariya hin navçeyên Sûriyê di avakirinê de bê kirin. Her wiha divê kar bê kirin da ku em bikarin li dijî paşvemanê û newekheviyan bixebitin, her wiha planeke me ji bo xebata li dijî germbûna keşûhewayê hebe. Dibe ku wiha bê xuyakirin ku ev du mijarên cuda ne, germbûna keşûhewayê û teror, lê dema ku hin kes neçarî koçberiyê bibin, dema ku hin kes hebin êdî nikarin kar bikin, dema ku êdî nikaribin li warên xwe bimînin, em dibînin ku teror dikare sûdê ji van êşan bibîne da ku wan bike fakterek ku hin kesan, mixabin, bibe nav rêzên terorîstan, vê yek jî bi taybet li Efrîqayê rû dabû.
Belê, cenabê serok, di destpêka şerê DAIŞê de, hu li Êlîzê bûn, çawa we biryar da ku Fransa bi vî şêweyê çalak beşdarî şerê li dijî DAIŞê bibe? Kurd dibêjin ev biryareke wêrekane bû ji aliyê berêz Hollande ve?
Belê, ew di havîna 2014an de bû, dema ku ez têgihiştim ku eger em desttêwerdanê nekin, metirsiyeke pir ciddî heye ku DAIŞ dest deyne ser beşeke mezin ji Îraqê, û di nav Îraqê de jî dê êrîşî Kurdistanê bike. Min bi taybet bangewaziya serok Barzanî wergirt da ku bi karin di dema herî zû de tevbigerin, ji ber ku paşê wê dem di ser re biçe û em ê jê bimînin, her wiha min dizanîbû ku desthilatên Îraqê jî beşdarî vê bangewaziya navdewletî ne, lewre Fransa, di riya min re, biryar da ku desttêwerdanê bike. Desttêwerdan bi çi şêweyî? Ew nebû ku em hêzanan bişînin ser erdê wek me berê li Malî kiribû, lê mebest ew bû ku em sîwaneke esmanî dirust bikin da ku em tevbigerin û li DAIŞê bidin. Lê ez bêhtir çûme pêş, û min erê kir ku top û topxaneya me li ser erdê cih bigire da ku bikare alîkar be ji bo kontrolkirina Mûsilê. Û ev bijardeyeke pir berpirsyarane bû, ji ber ku ji aliyê DAIŞê ve jî îradeyek hebû ku li ser xaka me êrîşî me bike. Û ji ber ku ev gef hebû û ev kiryar hebûn, min êrîşên me duqat û himbiz kirin li Îraq û Sûriyê. Ji ber ku min dizanîbû ku ji nav Sûriyê û Îraqê biryara êrîşan li dijî welatê min dihat dayin.
Cenabê serok, dema ku DAIŞ ji Hewlêrê nêzîk dibû, berêz Barack Obama, serokê berê yê Amerîkayê, got ku Hewlêr "xeta sor e", wê demê we çawa li Hewlêrê temaşe dikir, çi hemahengî di navbera we û berêz Obama û serkirdeyên din ên cîhanê de hebû da ku hûn tevbigerin, ji bo parastina Hewlêrê?
Min berê qet têgeha xeta sor bi kar neaniye, ji ber ku pirê caran gotineke ku kirdar li pey nîne. Lê li vir, em bi temamî li gel serok Obama hevra bûn ku me didît Hewlêr û Kurdistana Îraqê armaceke DAIŞê bûn. Û pir girîng bû ku em hemaheng bin, û ev yek hat kirin li havîna 2014an, li gel Amerîka û Hevpeymaniya navdewletî, û me karîbû hin materyalan pêşkêş bikin û paşê alîkarî û piştgirya pêwîst bo Pêşmerege dabîn bikin.
Berêz Hollande, em dizanin ku pêwendiyeke we ya pir bihêz li gel berêz Barzanî heye, serok Mesûd Barzanî. Wê dema ku şer li dijî DAIŞê berdewam bû, berêz Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê û wek fermandeyê giştî yên hêzên Pêşmerge, li eniyên herî pêş ê şer bû. Gelo tiştek heye ku nû û cihêwaz be, hûn di derheqê dostê cenabê we Barzanî de bo me vebêjin ?
Di serî de, di navbera Fransa û Kurdistanê de pêwendiyeke pir kevin heye, Serok François Mitterrand pir ji bo vê yekê xebitîbû û rola Danielle Mitterrand jî xuya ye di karê mirovî de ji bo Kurdan. Her wiha em dizanin ku Kurdistana Îraqê herêmek bû ku dixwest rasterast kar li gel Fransayê bike. Danûstandinên dualî di navbera me û serok Barzanî de hebûn, lewre min wek kes serok Barzanî nas dikir, ji lewre dema ku pêwendiya telefonî li gel min kir, ji xwe hin kêliyan tişt bêhtir konkirêt tên kirin, dema ku di havîna 2014an de, pêwendiya telefonî li gel min kir û agahdar kirim û got ku pêwîstiya me materyelan heye bi çek û cebilxaneyê heye, yan jî dê Hewlêr û tevahiya Kurdistanê bikeve ber pêlên DAIŞê de, wê demê min dizanîbû ku ev bangewaziyeke dilsoz û rastgo ye, ne ji bo dirustkirina fişarekê ye wek di dîplomastyetê de tê naskirin. Min yekser dizanî ku ew tişta ji min dixwaze zor zor girîng e. Lewre min tişta pêwîst kir.
Belê, birêz Hollande, we çend caran şandên Kurdên Sûriyê pêşwazî kirin ji YPG û PYDê, û roleke Fransa ya yelalîker hebû di şerê li dijî DAIŞê de, li Sûriyê bi taybet wek çawa li Îraqê jî, hûn bi giştî çawa rola Kurdên Sûriyê di şerê DAIŞê de, û bi rastî di têkşikandina DAIŞê de dibînin?
Hûn dizanin ku Fransa, serokatî, hîç pêwendiyeke li gel rejîma Beşar el-Esed nîne. Beşar el-Esed bi rastî şerê DAIŞê nake, ev ji alîkî din ve. Ên ku li ser erdê bûn û şerê DAIŞê dikirin û dihiştin ku balafirên me, di çarçoveya Hevpeymaniya navdewletî de, êrîşî pêgehên wê grûpa terorîst bikin Kurdên Sûriyê bûn û hevpeymanên wan ên Ereb ku bi QSDê tên binavkirin. Ew bûn ku Reqa kontrol kirin, wek nimûne, û Dêrezor jî. Wan gelek mêr ji dest dan û jin jî, ji ber ku jin jî şer dikin di nav rêzên Kurdên Sûriyê û QSDê de. Lewre, nikarim xeyal bikim ku em Kurdên Sûriyê bê parastin, bê piştevanî, bê alîkarî û piştgirî di nav mehên bê de bihêlin. Her îro jî, Kurdên Sûriyê ne ku êrîşî dawîtirîn pêgeha DAIŞê, ku pir hindik maye, dikin.
Lê cenabê serok, niha rewş pir zehmet e, wek hûn dizanin, niha gef hene ji bo kontrolkirina bakurê Sûriyê, rojhilat, rojhilatê Sûriyê, Tirkiyê gefa kontrolkirina herêmê dixwe, Kurd desttêwerdana Tirkiyê wek dagirkerî hesab dikin, ew ji vê desttêwerdanê ditirsin, Ewropa dikare çi bike di vê dosyayê de, Kurd çawa dikarin sûdê ji rewşa Ewropayê werbigirin?
Ez li bîr tînim ku Tirkiyê endam e li Hevpeymaniya NATOyê, wate ew hevpeymanek e, Ez li bîr tînim ku Tirkiyê xwediyê rêkeftineke hevkariyê ye li gel Ewropa, li gel Yekîtiya Ewropa. Wate em dikarin bihêz li gel Tirkiyê biaxivin û helwesta xwe jê re bibên. Divê em destxweşiyê li Tirkiyê bikin derbarê xebata wê li dijî terorê, em dikarin qebûl bikin ku Tirkiyê kedeke mezin ji bo pêşwazîkirina penaberan daye, lê em nikarin qebûl bikin dema ku Tirkiyê bibe gefek li dijî Kurdên Sûriyê. Ku li Sûriyê ne, ne li Tirkiyê ne, ez behsa Kurdên Sûriyê dikim ku ev şer li dîjî DAIŞê kirin. Ji aliyekî din ve, ew şêwirmendên ku şêwirê didin Kurdên Sûriyê yan jî bi balafiran piştevaniya QSDê dikin, tiştekî rewa ye ku em biêjin ew dê berdewam bin. Tirkiyê dê karekî metirsîdar bike eger liva wê jiyana hejmarek kesên Ewropî tûşî metirsiyê bike.
Berêz Hollande, niha behsa navçeyeke aram li bakurê Sûriyê tê kirin, Ewropa dikare rolekî bibîne ji bo garantiyê, garantiya aramî û ewlehiyê, bi hevkarî li gel Amerîka bêyî Tirkiyê?
Belê, em dikarin...
Ji bo aramkirin û dilrehtkirina Kurdan?
Belê, em dikarin bîr li navçeyeke tampon bikin, û bêguman parastineke navdewletî hebe, dibû ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî bê kirin, lê em dizanin niha ji bo UN zehmet e, lê em dikarin herwiha bîr bikin ku ev proses ji aliyê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ve bê kirin. Bi şêweyekî ku Tirkiyê bê piştrastkirin ku kes derbasî nav xaka wê nabe da ku alîkariya Kurdên Tirkiyê bike, û Kurdên Sûriyê jî bên piştraskirin ku Tirkiyê desttêwerdanê di Sûriyê de nake.
Cenabê serok, pirsa dawî, Spas, DAIŞê gelek komkujî li dijî nişteciyên navçeyê encam dan, bi taybet li dijî Kurdên Êzêdî, çi bangewaziya we wek kes heye ji bo civaka navdewletî ji bo avakirina van navçeyên ku li ser destê DAIŞê hatibûn wêrankirin?
DAIŞ, bi êrîşên xwe, bûye sedema ziyanên mezin, di serî de li ser asta mirovî. Em behsa Êzêdiyan dikin ku kiribûn kole, jinên ku destdirêjî li wan hatibû kirin, her wiha li dijî Xiristiyan da ku wan jinavbibin, wan nehêlin û wan neçarî revê bikin, her wih li dijî hin kemîneyên din, lê li dijî xelkê Îraqê jî, wek nimûne dema dagirkirina Mûsilê, ji ber vê jî ez çûm Mûsilê û me dît ku beşeke mezin ji bajêr wêrankirî ye, lewre ne tenê divê em şermezar bikin û li ser bigirîn û dilsojiya xwe nîşan bidin, lê divê civaka navdewletî her wiha wan kompaniyên ku bên û deverên wêran ava bikin fînanse bike û bi rastî piştevaniya nişteciyan bike û xizmetên ku niha kêm in dabîn bike. Her wiha divê hikûmeta Îraqê jî wan biryaran bide ku cîgîrî, aramî û avakirinê ewle bike, wate divê her aliyek bi erkê xwe rabe.
Rudaw
