• Sunday, 15 February 2026
logo

Roja duyem a Yekemîn Korbenda Hewlêrê

 Roja duyem a Yekemîn Korbenda Hewlêrê
Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya salane li jêr navê "Rêyên çareseriya pirsgirêkên asayiş û serweriyê li Rojhilata Navîn" berdewam e û îro şemiyê sê panel dê werin lidarxistin ku li ser Tirkiye, Sûriye û Îranê ne.






14:50 Qedîr Nesrî: Kurd jî daxwaza mafên xwe dikin û divê bersiv were dayîn






Lêkolînerek ji Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn a li Tehranê Dr. Qedîr Nesrî diyar kir ku Tirkiye û Îran neewlehiyê qebûl nakin, lê Kurd jî daxwaza mafên xwe dikin û divê bi awayekî bingehîn, mirov bala xwe bide wan daxwazan.



Dr. Qedîr Nesrî di panela duyem a roja duyem a Korbenda Hewlêrê ya Salane de li jêr navê "Tirkiye û astengên siberojê" ragihand: “Îran nikare qebûl bike ku li herêmê û di beşeke axa xwe de nearamî û neewlehî hebe û ew veguhezîne nav kûrahiya welatê xwe. Tirkiye jî nikare vê yekê qebûl bike, lê gelê Kurd jî bi dehan salan e daxwaza mafên xwe dikin.”



Nesrî dipirse: “Çima ev bi hûrgilî û baştir nayê temaşekirin. Divê mirov bi awayekî bingehîn bala xwe bide. Eger destûrek heye ku bersiva daxwazên niha nade, divê were guhertin. Eger destpêşxeriyek tine be, siberoj jî dê weke berê be. Eger hinek kes hene ku nikarin ramanên wan ên baş hebin, bila ew kes werin guhertin, dubarekirina dîroka tund a berê, ji bo siberoja me karek nake, gotûbêja hezar rojan, ji şerê şevekê baştir e.”







14:00 Mesut Ozcan: Tirkiye ji çekên li cem YPGê nîgeran e






Serokê Akademiya Dîplomasî ya Wezareta Derve ya Tirkiyê Prof. Dr. Mesut Ozcan ragihand ku Tirkiye heta niha nizane şêwaza vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê dê çawa bibe. Herwiha got, çekên ku ji aliyê Amerîkayê ve ji PKK û YPG re hatine dayîn, ji bo Tirkiyê cihê nîgeraniyê ye.



Panela duyem a roja duyem a Korbenda Hewlêrê ya Salane li jêr navê Tirkiye û astengên siberojê, bi gotara Serokê Akademiya Dîplomasî ya Wezareta Derve ya Tirkiyê Prof. Dr. Mesut Ozcan dest pê kir. Ozcan derbarê peywendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de got: “Peywendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê di van salên dawî de pêş ketiye û berdewam e.”



Prof. Dr. Mesut Ozcan li ser pirsa Kurd li Sûriye û nêrîna welatê wî li ser vê pirsê got: “Kurd li Sûriyê faktoreke giring in, lê pirsgirêka Tirkiyê ya ewlehî û asayîşê heye li gel rêxistina PKKê. Tirkiye ji pencereya asayîşa xwe ve li pirsgirêkan dinêre.”



Ozcan diyar kir: “Hebûna leşkerî ya PKKê li herêmê, Tirkiyê nîgeran dike û eger pêwîst be vê yekê di civînan de behs dike. Îro çekên ku ji aliyê Amerîkayê ve ji PKK û YPGê re hatine dayîn, ji bo Tirkiyê cihê nîgeraniyê ye. Tirkiye dixwaze ew çek werin komkirin, hewldanên Tirkiyê berdewam in û di qonaxa bê de karê ewil ê Tirkiye komkirina van çekan e ji bo ewlehî û asayişa xwe.”







13:00 Panela duyem: Tirkiye û astengên siberojê




Panela duyem a roja duyem a Korbenda Hewlêrê, li jêr navê "Tirkiye û astengên siberojê" dest pê kir, ku Serokê Akademiya Dîlomasî ya Wezareta Derve ya Tirkiyê Prof. Dr. Mesut Ozcan, Serokê Navenda Lêkolînê ya Wezareta Derve ya Tirkiyê Dr. Ufuk Ulutaş, dîplomatê berê yê Îranê û şirovekarê karûbarên Tirkiyê Sadiq Melekî, Siyasetmedarê li Kurdistanê Ebûbekir Karwanî û Akademîsyenê Zanîngeha Mûşê Prof. Dr. Abdullah Kiran beşdar bûn.



12:50 Kameran Haco: Çareseriya herî baş bo Sûriyê, dewleteke federalî ye






Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) û Serokê Lijneya Peywendiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Kameran Haco dibêje ku çareseriya herî baş a ji bo welatên weke Sûriye, avakirina dewleteke federal e. Herwiha diyar dike ku eger sibe li Sûriyê federalî çêbibe, di berjewendiya miletê Kurd de ye.



Kameran Haco di panela Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya Salane de diyar kir ku ENKS Sûriyeyeke demokrat, sekularîst û federal dixwaze û got: “Em dizanin eger sibe federalî li Sûriyê çêbibe, di berjewendiya miletê Kurd de ye, lê fikra me di berjwendiya hemû miletê Sûriyê de ye. Ji ber ku civaka Sûriyê civakeke pir-ol û pir-netew e, çareseriya herî baş jî ji bo welatên bi vî awayî, çêkirina dewleteke federal e, li gel dabeşkirina desthilatan.”



Haco diyar kir: “Daxwaza me li Sûriyê, her ji destpêkê ve me gotiye em beşek in ji şoreşa Sûriyê, em li dijî wê rejîmê ne, lewma ji destpêkê ve daxwaza me ew bû ku guhertineke cewherî di wê sîstemê de çêbibe, ji ber vê yekê di navbera me û rejîmê de zimanekî hevbeş tine ye, tenê di çarçoveya danûstandinên Cinêvê de ku hêzên navnetewî serperiştiyê dike, di desteya danûstandinan de nûnertiya me heye, di vê çarçoveyê de em li gel rejîm danûstandin dikin, weke hemû alî jî agahdar e, danûstandin bi ser neket, sedema wê jî ew e ku rejîm amade nîne ku guhertin bike, amade nîne ti tiştekî ku ber bi guhertinê biçe qebûl bike.”



Serokê Lijneya Peywendiyên ENKSê Kameran Haco diyar kir: “Gelo rejîm amade ye ku li ser pirsa Kurd guhertinekê bike? Birastî em weke encûmen di wê baweriyê de nînin. Nimûne heye, PYD ku yek ji wan hêzan e ku nêzîkî rejîm bû, li gel rejîmê dest bi danûstaninan kir, lê rejîm ji bo wan tiştek nekir, lewma em ne di wê baweriyê de ne ku rejîm amade be tiştekî ji bo pirsa Kurd bike.”



Kameran Haco got: “Li ser Tirkiyê jî, em ji destpêkê ve li gel dijayetîkirina rejîmê, peywendiyên me bi Tirkiyê re baş bûn, li gor nerîna me, me ti berjewendiyekê nedît di dijayetîkirina Tirkiyê de, Tirkiyê jî ji destpêkê ve piştgiriya şoreşa Sûriyê kir, ji aliyê me ve jî ev sûdeke siyasî bû, bi dîtina me Tirkiye dewleteke herêmî ya gelek giring e, giringtirîn dewlet e di mijara qeyrana Sûriyê de, sînorekî wê yê dirêj heye li gel Sûriyê û bi taybetî li gel me Kurdan. Lewma me ji destpêkê ve ji Tirkiyê xwestiye ku danûstandinên me li gel wan li ser bingeha wê modelê bibe ku li Kurdistana Iraqê heye.”



11.30 Cengîz Çandar: Tirkiye bêçar ma ku ji Hewlêrê razî bibe






Nivîskar û Rojnameger Cengiz Çandar, rewşa niha ya Sûriyê şibande dema Şerê 30 Salan ê Ewropayê. Di derbarê helwesta Tirkiyê ya li ser Herêma Kurdistanê jî Çandar got: “Tirkiye pê ne razî bû, lê bêçar ma ku razî bibe.”



Cengîz Çandar di derbarê Sûriyê de anî ziman ku di siberoja nêzîk de, li Sûriyê, seqamgîrî ne pêkan e.



“Sûriye, seqamgîrî û plan îro dûrî hev in”



Çandar got: “Plana seqamgîriya li Sûriyê, ger em gotinên vala nebêjin, di mercên îro de ne pêkan e. Peyvên ‘Sûriye’, ‘Seqamgîrî’ û ‘Plan’, ji bo îro, ne ew peyv in ku bêne cem hev. Li Sûriyê herkes bi herkesî re şer dike, bê navber hevpeyman diguherin. Ji aliyekî ve hemû zilhêzên dinyayê pêve pêwend in, hêzên herêmî yên mezin ên wek; Îran, Tirkiye û heta radeyekê Erebistana Siûdî di nav vê leystikê de ne.”



Cengiz Çandar, diyardeya ku ‘Rojhilata Navîn bi peymana Sykes û Picotê teşe stendiye’ rexne kir û got ku “Ev ne rast e. Ger wisa bûya, pêwîst bû Mûsil erdê Sûriyê bûya.”



“Nîzama ku bi zorê hatiye sazkirin, li vê erdnîgariyê nagoncive”



Çandar di derbarê perçebûna bi zorê ya Kurdan de anî ziman ku li gel zorê jî Kurdên perçeyên cuda, xwe nêzîktirî hev dibînin li gel neteweyên din û wiha berdewam kir: “Duh, Azad Cundiyanî ji min re got ku ‘Ez xwe wek kesekî Iraqî nabînim. Ez Besrayî yan jî Necefiyekî nêzîkî xwe nabînim. Ez Kurdekî Amedî, Qamişloyî yan jî Kobaniyî nêzîktirî xwe dibînim.’ Ev rastî bi me dide zanîn ku nîzama Rojhilata Navîn a ku bi zorê hatiye sazkirin, li vê erdnîgariyê nagoncive.”



“Tirkiye, bêçar ma ku ji Herêma Kurdistanê razî bibe”



Çandar di derbarê polîtikaya Amerîkayê ya di derbarê Sûriyê û Tirkiyê de jî rave kir ku piştî şerê sar, dinya ji cotzilhêziyê derbazî yekzilhêziyê bûye û got: “Wekî din ew (Amerîka) dê çi bike. Amerîkayê di meha Kanûna sala çûyî de, ji Erdogan re dibêje; ew der ê we ye. Lê belê niha çi dike. Venakişe.”



Li ser pirseke razîbûn an nerazîbûna Tirkiye ya ji Herêma Kurdistanê jî Cengîz Çandar got: “Tirkiye ji Herêmbûna Kurdistanê ne razî bû, lê belê bêçar ma ku razî bibe.”




10:45 Basîm Kamîl Nesr: Divê welatiyên Sûriyê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin








Parlementerê berê yê Misirê Basîm Kamîl Nesr di wê baweriyê de ye ku çareseriya rewşa Sûriyê bi wê yekê ve girêdayî ye ku gelê wî welatî bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin û reformên mezin ên siyasî li Sûriyê werin kirin.



Basîm Kamîl Nesr di panela Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya Salane de li jêr navê "Sûriye û modelên seqamgîrî" ragihand ku çareseriya rewşa Sûriyê ew e ku aştiya niştimanî di navbera hemû pêkhate û grûpên Sûriyê de were ragihandin, tenê ew ne têde ku li ser hilgirtina çek rijd in.”



Nesr li ser helwesta Misirê ya derbarê rewşa Sûriyê de got: “Helwesta fermî ya Misirê ew e ku yekîtiya Sûriyê bi awayê ku heye, were parastin, desthilat niha dest jê berde û reformên mezin ên siyasî li Sûriyê werin kirin û welatiyên Sûriyê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin bêyî destwerdana derve.”



Parlementerê berê yê Misirê herwiha got: “Misir biryar daye ji destpêkê heta niha destwerdana di karûbarên Sûriyê de neke û yek ji wan welatên kêm e ku di karûbarên Sûriyê de destwerdan nekiriye. Gelê Sûriyê divê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin. Welat bi azadî û demokrasî têne avakirin, bi dadperwerî, wekhevî û mafên welatîbûnê.”





10: 20 Ahmet Uysal: Amerîka PKKê bi kar tîne






Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn a Tirkiyê (ORSAM) Prof. Dr. Ahmet Uysal, Amerîkayê bi wê yekê tohmetbar dike ku PKK li dijî Tirkiyê bi kar tîne û dibêje: “Amerîka dixwaze PKK weke amûrekê ji bo sîxûriyê bi kar bîne, ew bi ti awayî nûnertiya Kurdan nakin.”



Prof. Dr. Ahmet Uysal di panela Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya Salane de got: “Amerîka dixwaze PKK weke amûrekê ji bo sîxûriyê bi kar bîne, ew bi ti awayî nûnertiya Kurdan nakin. Rayedarekî Amerîkayê dibêje ku Amerîka Ocalan radestî Tirkiyê kir û li hember wê, PKK xiste bin hejmûna xwe.”



Uysal herwiha diyar kir: “PKKê dixwest piştî çêkirina kantonan li Sûriyê, li nav Tirkiyê jî kantonan çêbike, Tirkiyê ev hewldan têk bir û rê li ber girt.”



Serokê ORSAMê Prof. Dr. Ahmet Uysal herwiha got: “Piştî şerê DAIŞê Amerîkayê dixwest Tirkiyê dorpêç bike, Tirkiye li dijî dayîna mafên Kurdan nebû, li dijî wê dorpêçê bû ku rojavayiyan dixwest bixin ser Tirkiyê li başûrê Tirkiyê.”



Prof. Dr. Ahmet Uysal, PKK bi bikaranîna Kurdan ji bo berjewendiyên xwe tohmetbar kir û got: “PKK û YPG navê Kurdan bi kar tînin, lê nûnertiya Kurdan nakin. Li bakurê Sûriyê rejîmeke sîtemkar çêkirine. PKK rê li ti nêrîneke cuda û opozisyonê nade di bin desthilata xwe de.”



Li ser hebûna Tirkiyê li nav axa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, Ahmet Uysal got: “Tirkiye ji bo alîkarî û rizgarkirina xelkê li bakurê Sûriyê ye, hewl dide ku li gel xelkê wê deverê, wê herêmê ava bike ku piraniya wan Kurd in. Piştre Tirkiye dê ji wan deveran vekişe, eger metirsî û gef nemînin, pêwîstiya Tirkiyê bi çûna nav Sûriyê tine ye.”






09:30 Panela yekem: Sûriye û modelên seqamgîriyê




Panela yekem a roja duyem a Korbenda Hewlêrê li jêr navê "Sûriye û modelên seqamgîriyê" dest pê kir û Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) Ahmed Uysal, Parlementerê berê yê Misrê Basîm Kamîl Nesr, Lêkolîner û Nivîskar Cengîz Çandar, Pisporê Rojhilata Navîn – Rûsya Antian Mardasov û Siyasetmedarê Kurd Kameran Haco beşdar in.

Rudaw
Top