• Sunday, 15 February 2026
logo

Di dilê her Kurdekî de, cihê Mistefa Barzanî yê teybet heye

Di dilê her Kurdekî de, cihê Mistefa Barzanî yê teybet heye
Nivîskar: Pavel Anatolîyeviç Sûdaplatov

Ev nivîsa jêrîn ji pirtûka Pavel Anatolîyeviç Sûdaplatov a ku bi zimanê Rûsî, di bin navê “îstixbarat (muxaberat) û Kremlîn” hatiye wergerandin. Pirtûk sala 1997 de hatîye çapkirin, di pirtûke de Sûdaplatov behsa gelek tişte hundur û navnetewî é heta nûha bi dizîbun dike; wek problemen Ukrayna, Valenberg, Troçkî û gelekên din. Sûdoplatov her weha behsa Melle Mustefa Barzani dike dema ku ew hatibû Yekîtîya Sovyet. Ew qismé ku behsa Barzani dike, ji rûpela 308-314’a min ji Rusi wergerandiye Kurdî. Berya ew wefat bike me hev nas kir behsa hinek tiştên Barzanî dikir ku di pirtûkê de nîne. Min li vir behsa wan tiştên di sohbeta mede derbas bûne lê nekirine. Bes li vir beşê li ser Barzanî ên di pirtûkê de hatiye wergerandin.

Leonîd Şabaşkin ku serokê îstixbaratê a derve KGB’e bû, Pavel Anatolîyevîç Sûdaplatov weha dide nasandin:

“Casusa Yekîtîya Sovyetê yê heri mezin bûye. Di sala 1907 li bajarâ Melîtopol hatîye dinye, Di îstixbarata Yekîtîya Sovyet de ji sala 1921 heta sala 1953’an, serhev 32 sal xebitîye. Di sala 1951 de bûye wekîlê serok qismé derve é NKVD (Komîta Gel a Karê Hundir). Her weha bûye serokê qismé casustîye ê NKVD-NKGB. Piştî seré cîhané ê duemîn bûye serokê qismê teybetî ê Wezareta Ewlekarî. 15 sala di hepsa Sovyeté de mayi, di sala 1992 de şeref û itibara wî bi şunde dané, heger di istixbarat de efsane hebûna, Sûdaplatov wé biba qehremaneki wan.”

Di sala 1946 an 1947 de hêzên Kurda yên çekdar di bin serokatîya Melle Mustefa Barzani de bi ordîya Şah re ketin şer û ew mecbur man ji alîye hudûde me ye Îrane de derbas bûn hatin nav Azerbeycane.

Kurde kû li Iraqe, İrane û Türkiye dijîn tu zulm nema ku ne kişandin. Her weha di salen 1939-1941 de dema di serokatiya Tehrane de tesîra Almanya xurt dibû, berpirsyaré hukûmeta îngliz ewên bi Kurdanre dilîstin, pişti ordiya îngiliz û Sovyetê derbasi îranê bû dev ji Kurdan berdan.

Hezen Barzanî en çekdar dema ku hudud derbas kirin ku dor du hezar çekdar hewqas ji malbata wan hebûn, hukmê Sovyetî destpeke ew girtin û xistin kampeke, di sala 1947 de Abakûmov (Wezire Emni. wer) emir da min ku ez bi Barzanî re tekilî deynim û pêşniyar bikim ku, Barzani û yen pêre hatine, penaberen siyasi ne û wan li Ozbekistane günde dora Taşkente bi cîh bikim.

Ez bi Barzanî re bi nave Matveyev, wek Wekile Mudûre Gişti TASS’ê (Ajansa Telegrafe ya Yekîtîya Sovyet, wer) û berpisyare hukûmeta Sovyete hatim naskirin. Di jiyana xwe de bi rasti cara yekemin bû ku ez bi Axayekî bi meerifetre bûm nas. Her weha qenaetek bi min re çebu, ku Barzanî siyasetvanekî jehatî û qumandarekî eskerî bi tecrubeye. Wi ji min re got, di sedsala dawî de Kurda heyşte caran serhildan li dijî Fansa, Iraqîya, Turka û Îngilîza kirine û betirî şest carî ji Rûsa alîkarî xwestine û wek lazim e alîkarî wergirtne. Li gor peyve wî ji alîye wan de pir tebiiye ku di dema ji wan re zehmet e, wexte hukûmeta Irani Cumhûriyeta Kürdî ji orte radike alîkarîye ji me bixwazin.

Berî van weqîetan, seroken serhildana Kurde Îrane ketin feqa (xefka) Şah: Ew hatin dewet kirin bo Tehrane ji bo guft û go; le li wir ew girtin û dardekirin. Bes Barzanî filitî. Dema Şah Barzanî dewetî guft û go kir, wî bersiv da, ku ewe bi wî şertî be, heger Şah hinek kes ji malbata xwe wek rehin bişîne meqere wî. Dema hazirîya guft û goya bi Şah re dibû, Barzani bêtirî hêze xwe bi alîye başurê Îrane nezî hudûdê Sovyete de bir. Ji alîyê me de, menfîete siyaseta me dixwest ku, em Kurda ji bo tesîra Îngilîz û Emerîkîyan, ku li ser welaten Rojhilata Navîn a ku li ser hudûde Yekîtîya Sovyetê bû kem bikin bi kar bînin. Min ji Barzanî re da diyarkirin ku, terefê Sovyetî qebul dike ku, Barzani û hinek amirhêzên wî di. dibistana eskeri û akademîyen me de xwendinek xas bikin. Her weha min bawerî daye ku, bi cîh kirina wan a li Asya Navîn weqtî ye, ku heta şertên vegera Kurdistanê çêbibin. Abakûmov ji min re qedexe kir, ku ez naveroka guft û goyên bi Barzanî re, bi teybet razî bûna Stalîn a ku îmkan da ku amirhêzên Kurda dikarin di xwendegehê me yên eskeri bixwînin, ji seroké partiya komunist Azerbaycané Bagirov re bêjim. Ji ber kû Bagirov dixwest Barzanî ji bo tevlihevîyê (bê istiqrarî) li Azerbeycana Îrané çê bike bi kar bîne. Bes Mosko dihesiband ku Barzanî dikare rolek giringtir bileyze, wek wergerandina hukmê Iraqê ku di bin tesira Îngilîza de bû. Dervi wê. tiştê muhîmtir, bi alîkarîya Kurdan em dikarin demek diréj bîrén petrola İraqê (musilé) xera bikin a ku ji bo hêzén Îngiliz û Amerîka li rojhilata navîn û li behra sipî ku wê demê roleke girîng dilîst.

Piştî guft û go bi Barzanî re, ez bi teyare hatim Taşkente, min ji bo hatina Barzanî informasyon da seroken Usbekîstane. Piştre vegerîyam Mosko.

Barzanî û mufreza wî ya be çek tev malbate wan çûn Özbekîstan. Piştî penc salan, di adara 1952, ez çûm Özbekîstan li nezî Taşkente, ji bo ku çareserkirina problemen derketibûn ez û Barzanî hevdu bibinin. Barzanî ji sekna bê kar (bê hevi) û ji tekilîyen hukûmeta Ozbekîsne ne razî bû. Wi gi-handibû Stalîn, ku alîkariye dixwaze û xwestibu sozê bere dabûne bînin cî. Wî dixwest ku mufrezên Kurda çekdar çêbikin. Barzani dixwest tesîra wi li ser terefdaren wî kêm nebe, ewên ku li kolxoze dora Taşkente belav kirine her weha kanibe wan kontrol bike.

Rasthatina min bi Barzanî re li havingeha hukûmetê çêbû. Tercumanê min Zamskov, serbazeki eskerî bû, ew ji wek Barzani bi İngilîzî dipeyivi. Barzanî ji min re digot ku, çawa Emerîkî û Îngilizî dixwestin wî bikin tere-fe xwe, ji bo zore bidin hukûmetên Iraq, Îran û Turkî.

Bi emre Wezîrê Emnî ê nuh Îgnîyatev min plan çêkir ku, ji Kurda mufrezak eskerî teybetî ku ji hezar û pencsed kesî pêk bê ava bike, ji bo emelîyaten eskerî li Rojhilata Navîn. Her weha ji bo vergerandina hukmê Nûri Seîd li Bexdade, ewê ku dihat plan kirin, ku we tesîra Îngilîza li hemû Rojhilata Navin kem bike. Bi alikarîya Kurda ev plan giha serî di sala 1958 de, dema ku ez di hepsê de bûm. Kurda her weha dibê rolek di teqandina xeta petrole di navbera Iraq, Îran û Sûryê da bilîsta, heger şer an ji tehdida hucûmekê li ser Yekitiya Sovyet heba.

Barzanî diyar kir ku amadeye bi hukûmeta Sovyetê re îtifaqê îmza bike, bi şerte garantî û xebata Mosko ji bo avakinna Cumhûriyetek Kürdi; ew cihe ku Barzanî digot Kurd bi hevra dijîn, mintiqa hudûde bakure Iraq, Îran û Turki bû.

Pişti mm Barzanî guhdar kir, mm bersîv daye, ku ez nikarim biryar li ser îtîfaqek weha bidim, ji ber ku di deste min de hewqas berpirsiyarî nîne (qesta Sûdoplatov ew e ku qiyada Sovyetî ya bilind dikare îtîfaqek weha munaqeşe bike. wer.) Bes em ne li dij bûn ku hukûmetek Kürdi li surgûne ava bibe. Ewê ku em bi hevre çûbûn ji bo guft û go, xebatkare kismê navnetewî ê K.M (Komita Merkezi) ya Partiyê, Mancxa, peşniyar kir ku Partîya Demokrat a Kurdistan bi serokatîya Barzanî bê avakirin. (Qesta Mancxa, rexistina partîyê li Ozbekistanê be avakrrin. Wer.) Bi fikra Mancxa, Partîyê we kordinasyona kare hukûmeta Barzanî li tevaya mintiqê ku Kurd le dijin bike û meqerê partîyê li gor peyva Barzanî li kolxoza ku panzdeh kîlometra ji Taşkente dure, çebike.

Ez tev ve peyve nebûm, bes bi dîqet min guhdar kir. Dema peyv xelas bû, Barzanî ez dewet kirim rasthatineke bi amirhezê meqerê xwe re. Bi rasthatina me, di ode de sî meriv bi hevre “bi rehetî” rabûn ser xwe. Piştre bi emir giş daketin ser çonga û bê deng ber bi Barzani ve çûn, ji bo Barzanî rê bide wan qiraxa kinc û sole wi maç bikin. Bê guman, xeyale minê Kurdistana demokratîk heta nuha hebû; ji wê seetê pê ve wenda bûn. Ji min re hate eşkere kirin ku eve ji insiativek fikrî ya K.M (Komita Merkezî, wer) li meydana kevne (Meydana kevn cihe avaye Komita Merkezi a Partîya Komunîst ya Yekîtîya Sovyete le bû. wer)

Di nîsana sala 1952 de Barzanî bi malbat û merivê xwere li kolxozek mezin li dora Taşkentê bi cih bûn li Mosko qerar hatibû dayin ku ji bo Kurda navçeyek otonomî bê ava kirin. Kar hat dan Wezareta Emnî ku ji bo Kurda perwerda eskeri çêbikin, her weha îmkana çêkin ku kanbin têkilî bi Kurdê derve re bikin. Me ceriband ku em zilamên xwe têxin dora Barzanî an hinka ji wan bikin zilamen xwe. Bes em bi ser neketin, hemû re ji aliye komita wanî emnî hatibûn girtin. Bes Zemskov, ew e di tekiliyen Kurda de bi tecrube bû yek ji amirhezê ku akademiya eskeri dixwend razi kiribû ku bi wan re kar bike, le piştî ku ev amirheza vegerîyabû Taşkente, wenda bû û me nikanbû ew bidîta; em gîhan we qenete ku amirhez bi emre Barzanî hatibû tesfîye kirin.

Bi rîya pirsa Kurdi min qaidê burokratîyê ji nas kir; ku ji polîtburo re çawa dokûment dihatin hazir kirin. îgnatev emir da min ku ez li oda Mancxa bimînim, heta ku razî bûna xwe bînin li ser peşniyarê me di mesela Kurdi de. Îgnatev merivekî her tim nazik û bi terbiye bû, bes wexte min je re got li otela Mosko rasthatina min bi Barzanî re heye, wi bi acizî ji min re got, ku tu muhîmata pirse fem naki. Emir da min, ku ez rasthatinê texîr bikim, beri her tiştî dibe em razî bûna polîtburo di mesela Kurdî de bistînin. Ez, Mancxa û Îgnatev em çûn cem Molotv û Vişînskî (Molotov Wezire Derve, Vişînskî Cigire wî bû), ji bo em razîbûna wan li proja çareserkirina pirsa Kurdî bistinin. We çaxê min dît ku Molotov û Vîşînskî çuqas îxtiîyar û bê taqet bûne. Bes taqeta wan terê kir ku ji pirojê tiştê ku pê ne razi bûn derxin û ew tiştê ku Wezareta Derve jî ji bo guft û go û şêwrê dixwaze, ji bo mesela Kurdi karbinin. Her weha wan dixwest ku ev pirs bi peşniyarîya Wezareta Emni li politburo be gengeşikirin, le ne wek peşniyarek müşterek Wezareta Derve û ya me. Dema me peşniyarî Mancxa kir ku em herin cem Lûbyanka û ji nûh de şikle dokumente ye tali li ser esase peyva Molotov û Vîşînskî ber çav bigrin le bikin. Îgnatev razi bû.

Ji vir û pe de tişte ji ali min ne dihatin fem kirin dest pekirin. Me şiklê tekstê dawî peşniyarî Îgnatev kir; wi razi buna xwe anî. Bes ji bo wezîr jî her weha gelek muhîm bû nama li gel tekstê a ku wê ji endame politburo re bihata şandin. İgnatev sê cara dokument bi paş de vegerand, ji ber ku naven endamê polîtburo, ewê ku lazim bû dokumenta me hazir kirîye, wekî ji wan re bi hata şandin. Ne wek lazim bû hatibû lêkirin. Heta wî ji Mancxa pirsî lazim e nav li gor elfabê bê lêkirin an pêşi navên endamê polîtburo ên endamê komisyina tékiliyên derve. Bi vî awayî lazime navê Xrûşov berya navê Bûlganîn bê lêkirin. Bêrîya cawa bikin, Lazime ew li peş Melnkov be? Ev nuansa ku min je fem ne dikir, ez pe ecebmayî dimam. Bes Mancxa di hazir kirina dokûmenta de yekî jehatî bû, di vî warî de wi re li ber Îgnatev dixist. Ji bo we jina ku dokument li deqtilo dixist eceb ma bû: Ji bo çi dokument ji nuh de be çapki-rin, tevi dervî guhertina naven endame K.M (Komita Merkezî) û hukumetê nefsa dokûmente te çapkirin…

Di bihara sala 1953 de tişteki eceb bi min re çebû, min qayide disiplîna eskerî xerakir. Barzanî dihat dersa akademîya eskerî, ewa ku min bi xwe le dixwend. Careke wî ez bi kince general dîtim. Bê ku mirov his bike, wi çav ji min re şikand û bi rîya tercumanê xwe ve, ku letinanteki xort bû, ji mim re got:

Ez geleki kefxeşim bi têkilîyê li gel berpirsyare hukûmeta Sovyet ê ku xwedîyê rutba eskerî ya bilind e.

Min, ji alîyê xwede, bersîva wî bi serketina fêrbûna disîplîna eskerî da.



Cara dawî berî girtina xwe min Barzanî li ser riya Gorkî dit. Ez bi kincê eskeri bûm. Wi ez dîtim û min jê derxist ku dixwaze bê cem min. Ji rewşa xwe ya wê demê min hesiband ku rasthatina me wê bê mene be û min weha kir ku wek ez le hay nebûme, min lezand û di nav xelke de wenda bûm.

Barzani gelek bi aqil bû. Wî fem dikir ku peşeroja Kurda bi nakokîyê navbera dewletê mezin ve giredayiye; bi taybetî ewên ku menfietê wan li Rojhilata Navîn heye. Em dev ji nerînê bere berdin, tu dinerî, dewletê me-zin xebat nakin ku pirsa Kurdî bi awaki adil safi bikin. Qedera Kurdistanê, wek di menfiete Kurda de tu carî ne li Kremlînê, her weha ne li Londonê û ne li Waşîngtone nehatiye li nerin. Menfîetê welatê rojava û e me tene tiştek bû; bele derde me ew bû ku emê çawa bighêjin bîrên petrolê yê Rojhilata Navîn. Ev cuqas bê ar û be edebî ye. Piştre pirsa Kurda sparte Sûslov, wi soz dan Barzanî ku ewê hemû alîkarîyê ji bo otonomî bi Kurda re bikin, ji bo bikaribin bi alîkarîya Kurda hukmê Nurî Seîd li Iraqê wergerînin. Emerîkîya jî ji alîyê xwe weha soz dan Barzanî, ji bo ku bikaribin hukmê li Iraqe ku bi Îngilîza ve giredayîye wergerînin û zilamê xwe deynin cihe wî, bes di dema heri zehhmet de wana siyaseta xwe guhart bi İngiliza re li hev kirin, yani wan, bi qedera Kurda cuqas karibûn hewqas listin.

Di salên 40-50 de armanca me ew bû ku em tevgera Kurdî di nakokîye di navbera me û welatên rojava de, di “şerê sar” de bi kar bînin. Fikra avakirina cumhûriyeta Kürdî îmkan dida me ku em siyaseta teesira Îngiliz û Emerîkîya li Rojhilata Navin kem bikin bi meşînin, bes siyaseta kêmkirina tesira Îngiliz û Emerîkîya li ve mintiqê ji tevaya Kurda re pir ferq nedikir.

Heta dawiya sala 50 li Rojhilata Navîn hevalbendên me tenê Kurd bûn. Piştre bi înqilabek eskerî (bi alikariya me) rejîma Nurî Seid hat wergerandin û me gelek hevalên wek Iraq, Sûrî û Misir bi dest xist, li gor menfietê jeopolîtîk ê Yekîtîya Sovyetê ew ji Kurda muhimtir bûn. Iraq û Sûri rola esasî di siyaseta me ye Rojhilata Navîn û di nakokî ye me bi welate rojava re li ve mmtiqa be istiqrar de lîstin.

Tragediya Barzanî û a gele wî ew bû ku, di menfeatê Yekîtîya Sovyet û welate rojava (heta derecak e welaten Ereba û İran) li Kurda te nerin wek quwetek pe hevdû bitirsînin an jî wek kartekê di nakokiye navbera wan û Turkî, Îran û Iraq de bi karbînin.

Çareserkirina pirsa Kurdî bi awayekî maqûl we ew be ku, di bin garantîya navnetewî de otonomî bidin Kurda, bira cuqas kêm be jî. Di esas de ne li welatên rojava û ne li welate Ereba kesek naxwaze, ku petrola Musile di Kurdistaneke serbixwe, an di kontrola wê de be.

Di sala 1963 de di navbera me û hukmê Qasim û qewmiyê hatibûn şûna wî nexweşî derket. Ez we çaxê di hepsêde bûm, ji wir min pêşniyara xwe şand ku bi Barzanî re têkevin têkiliya û min bihist, ku ew pêşniyara min hatîye qebulkirin. Ji Kurda re alîkarî û sîleh şandin ji bo ku karibrin axa xwe ji hicûmê ordîya Iraqe biparêzin. Bes kare me ye ku em Kurda bikin hevalbendê xwe ye stratejik, ji bo em karibrin teesîrê lı ser Problemên Iraqê bikin, bi ser neket.

Konfîdîtsîal (Dizî)

Rojhilata Navîn eşkere û dizî (Nivê qirnê XX û destpêka qirnê XXI)

Nivîskar: Yevgenî Prîmakov

Werger ji Rûsî: Alk.doç.Dr.Ekrem Önen

ekremonen@hotmail.com
Li Moskowa di sala 2006 a de ”Rasîskaya Gazeta” pirtûka Yevgenî Prîmakov a bi navê, ”Konfîdîtsîal (dizî) Rojhilata Navîn eşkere û dizî. (Nivê qirnê XX û destpêka qirnê XXI)”çap kir. Pirtûkêk gelek balkêş e û gelek listikên sîyasî ên li rojhilata nave çebûne têde tên behs kirin. Di vê Pirtûkê de qismek jê behsa Kurdan dike, ji ber ku primakov yek patriarxê sîyaseta Sovyet û Rûsyayê a derveye û bi teybetî jî rojhilata nêzîk her weha yek ji siyasetvanê Sovyet-Rusyayê ên pirsporê pirsa kurdî ye jî. Ew qismê li ser pirsa Kurdî di pirtûkê de, behsa hevditinên xwe bi Mustefa Barzanî re, bi serokatîya Kurd a we demê re, tekilîyên Kurdan ên hundir û derve, tekiliyen Kurda bi iraqe re û pirsa kerkûkê, ew qismê li ser pirsa Kurda ji bo ku ji alî Kurda bê zanîn min ev ji zimanê Rusî vergerand kurdî hevîdarim we balkêş be ji bo xwendevanan

Yevgenî Prîmakov Ki ye?

Di pirtuka xwe de ew xwe dide naskirin.

”Min ji zûde dixwest li ser rojhilata nêzîk pitûkekê binivîsim û teqrîben niv qirnî ez pê mijûl bûm.Wek rojnamevanê Pravda, alim, sîyasetvan, serokê du Înstîtûtên lêkolînê wek Înstîtuta rojhilatnasîyê û Înstîtûta têkilîyen navnetewî û ekonomîya cihanê, Serokê Istixbarata li hember Derve a Rusyayê, Wezîrê derve, serok wezîrê Rusyayê u endamê Parlemento. ”

Beşê XVI I Epopeya (destana) Kurda



Ne raste ku mirov bihesibîne wekî ku Yekitîya Sovyetê dixwest tekilîyen xwe bi iraqê re bes piştî înqlaba eskerî a temuza 1968 ku li vî welatî çêbû xweş bike. Pîstî guhertina seroke vî welatî Ebdulselam Arif ê ku birayê wi hatibû şûna wî, tevî kuştin û lêdana hêzên çep ne bûbû (Dosya wî paqij bû. werger). Ji gringîya Iraqê a li mintiqe Komara Sosyalîst a Yekîtîya Sovyetê hinek gavên ku nêzîkaya iraqê bikin, avet. Gelek ji van gavan ew bû ku Begdadê û tevgera Kurdî a ku bi tevayî kontrola bakurê welat dikir nêzî hev bikin. Mosko terefdar bû ku pirsa kurdî bi aşîtî bi careserkirin.

Hevdîtina pêşî a ku bi Melle Mustefa Barzanî re

Teybetmendîya rewşa hebu û tekilîyên dostanî yên kevn bi seroke tevgera netewi a kurd Melle Mustefa Barzani re ji bo yekitiya sovyete rewşek baş ava kiribû.

Dîroka vî mirovî gelekî interesant e. Hîn dema zarokbû sala 1905 de bi dîya xwe re ketîye hepsê, wê demê birayê wî yê mezin serokatîya serhidana li dijî hukmê Turkiye dikir. Di sala 1914-1916 de hîn xortê nuhatî bû tevî şer dibe. Di sala 1931 de bi brayê xwe yê mezin Şex Ehmedre tevî şer dibe û leşkerên hukmê Begdadê ji devera eşîra

Barzan derdixin, bes piştî ku hêzên hawayî ên Ingliz bi teyaran tên alîkarîya leşkerên Begdadê tevgera Kurd têgdibin .Melle mustefa tê girtin û 11 sala li surgûnê derbas dike. Di sala 1943 de bi dizê vedigeri herema xwe û ji nuhde dest bi xebatê dike. Ew bi ser dikeve û Nuri Seid serokwezire Iraqê yê wê demê şertên Kurda qebûl dikke. Lê piştê 2 salan bi alikarêya Inglêzan hucûmî ser hêzên kurdan dike.

Dema şere cîhanê yê duemîn li ser axa Îrane cumhûrîyeta kurdî a mahabad hat avakirin-Melle Mustefa bû wezîrê Eskeri (parastinê werger). Piştî dawîhatina şer ordîya Sovyetê ji axa Îrane derket û cumhûrîyeta Mahabad jî ji ortê rabû. Barzanî bi 500 şervana ve ku piranîya wan ji eşîra Barzan bûn ji hudûdê Îranê derbasî Sovyetê bûn. Şervanê kurda sîlehên xwe danîn û hinek ji wan li Azerbeycanê bi cîh bûn ên mayî li Asya navîn. Barzanî li Yekîtîya Sovyetê di bin bernavê Mamedov de jiya. Hatina Barzanî û şervanên pêre ne hat pir eşkere kirin. Ne Barzanî û ne ên pêre hatibûn tu kesek ji wan tu carî li ordîya Sovyetê bi tu awayî eskerî nekirine. Ji bo ew gotinên kû bela dibin ku Barzanî Generalê Ordîya Sovyet bû ji serî heta dawî derewin. Ev gotina bi epîzodekê (serpêhatîyek.werger) ve grêdayîye di netîcê de Barzanî bi xwe ji min re got deme kê kû li Mosko bu ji Vayentorg (dikana ku cil û caw û tistên eskerî û ên din difroşe) Kincê generalê Sovyetê kiribu (wê demme mirov dikaribû ji vayentorgê bikirîya) û resmekî xwe pe kişandibû ew resim ketibû deste îstixbarata Inglîz.

Guhertin di jîyana Barzanî û hevalên wî de pîştî mirina Stalîn çêbû. Ji gotinên Barzanî ên li cem min qeyd kîrî (Barzani bi Rûsî dipeyivî lê ne Rûsîyek gelek baş, min gotinên wî kiriye zimankî literatûrî) ” Ez hatim ber deryê Spaskî ( navê derîkî Kreml) ê Kreml û min li derî xist Ofîtserekî (esker) ciwan li hev hatî pirsi: çîye tu li derî dixe? Min bersîv da ”ev ne Barzanî ye li deryê kreml dixe a şoreşa Kurdî ye”. Li ser gotina Barzanî paşê ew ji alîyê G.M.Melnikov de hate qebûl kirin û piştî dîtina wan bi hevre Barzanî şandin dibistana partî a bilind (Dibistana partîya komunîst a Yekitîya Sovyet a bilind) û hevalên wî sandin dibistanên navîn. Hemû li Yekitîya Sovyetê 12 sala man. Piştê serketina şoreşa Iraq ê a sala 1958 Barzanî vegerîya Iraq û li wir ji ber gringîya Barzanî a ji bo Kasim û ji bo paraztina yekîtîya navbera hukme nuh û kurda Barzanî bu wekîle reîsê cumhûrê cumhûrîyeta Iraqê. Lê piştre têkilîyên wan dîsa xera bûn û Barzanî çû bakurê Iraq, Kurdîstanê, û ji nuh de şer di navbera Kurda û hukmê Begdadê de destpê kir.

Şerê gelekî xurt di dema Arif de bû û heta dema destpêka ku birê Arif bû reisêcumhûr. Di temûza sala 1966 reisê cumhûri nuh Arif û Barzanî ji bo aşîtîyê li hev kirin. Şerê mezin sekinî lê cih cih pevçûn çê dibû. Di wê demêde ji redaksîyona Pravda (ji Mosko werger)ji min re emir hat buroya pravda a Qahîrê (paytextê Misir werger) ku ez biçim bakure Iraqê.

Barzanî nehatibû îzole kirin. Mirov dikarîbû Barzanî bidîta, her weha rojnamevana ji dikaribu Barzanî bidîta ,lê hemû dihatin bakurê Iraq di rîya Îranê de. Wek rojnamevanekî yekemîn ê Sovyetê ku dixwest Barzanî bivîne, min nikarîbû haya hukumeta iraqê jê cênekim, ji berku hevdîtinek bê kû haya hukûmeta Iraqê ji heba çêbûba wê ne maqûl ba ji ber ku me dixwest Hukûmeta Iraqê û Barzanî nezî hev bikin.

16 çelê paşîn sala 1966 reisê cimhur Arif ez qebûl kirim, berya wê min bersivê pirsên xwe bi nîvîski ji wî wergirti bu. Hevpeyvina min bi Arif re ji bo ku di Pravda bê belav kirin. Arif di hevpeyvinê de got ku yek ji pirsên girng ewe ku li bakurê Iraqe aramî çêbibe. Li ser ve bersiva Arif min got tu ci difikire ku rojnamevanekî sovyetî be ku rîya Îranê bi kar bîne karibe biçe Kurdîstana Iraqe, ji ber ku em dihesibînin Kurdistana Iraq perçak ji Iraqe ye, wer diyar bu argumentê min tesir li Arif kir û wî emir da wezire parastinê ê Iraqe ji bo ku min bighine Kurdan, teferûte ve çûnê gelek in lê bi 2 serbaze ordiya iraqe re û bi makînanak eskeri bi esker ve em çûn bakur. Yek ji serbazê bi min re bun hin berya biçim li ambasada sovyete a li Begdê ji min re gotin biraye wezire parastinê ye û ye duda min bi xwe fem kir dema em di çûn bi rev de min û Saşa Zatovî tercumane sefaretê bû piştre bu sefire Sûriyê, me nukte digotin (henek dikirin werger) em gelekî di kenyan we demê yek ji serbaza ji xwe ne girt bi mere kenya we demê min fêm kir ku ew ji bi rusî di zani .Dema wê vegeryana ez û wi bi tenê di erbê de man û min jêre got bese çi tu xwe li ehmeqi datine.

Bi kurda re di riya lasilki (telsiz) de têkilî kirin, bersiva Kurdan gotin Makîna (seyare) eskerî ji wir bibin, le her du serbaz berdan û em çûn zivistangeha Barzanî, heta we demê hîn tu berpirsên hukûmeta begdaye ne hatibun we derê.

Û nuha em li Kurdistanê ne. Ji alîyê Lirik (edeb) de min xwe negirt. Li vî cihê xwşikbûna wek di çîroka de 2500 sal e miletê ser bilind û azadixwaz Kurd dijin wek carna ji wanre dibêjin ”Rîtsarên rojhilat”.Tiştên ew pê serbilindbin hene, yek jê Selhedin (Selhedinê Eyubi werger) ewê ku xaçparza nikari bûn wî bişkînin, lê ji aliyê din ve Kurd buna Nuri seid bi wan geleki ne xwoş bu. Lê çi tabîet. Ev çîyayên ku dighên asimana, gum guma dengê ava paqij distirê, gulên reng a rengi ku li hevkirî, berfa sipî ku li serên çîya, qîşên di rengê bronz de, gihaya ku rengê şîn ê tarî erd wek xlîçê xemilandîye,mirov dibêje qey ev Tehtên mezin xususî ji bo parastina vê xaliça ji gihayê ye ku nehêle ba bi ber xwe ve bibe.Ev giha ciwan ku ku ji jorde ji serê qîş de heta ku digheje erdê mirov dive çawa ew giha weha li ser qîş di kare xwe bigre, Tiştên balkêş ev darên rast ku wek hevin. Wer ciwane Kurdistana Iraqê.

Makîna me di rêyek pir teng de dihere em di Kevin gelîkî pir teng kû dirêjaya wê 12 km (kêlometre) ye jê re dibêjin geliyê Elê Beg. Rêya çar alî: aliyê rastê Rewanduz, aliyê çepê Diana, u rast (direk) Hecî Umran, heta hudûdê Îrane. Em rast (direkt) çûn

qerekola ordiya Iraqe a dawi erebe berda. Ji vir peve tu esker an kardestên hukûmeta Iraqê nîne. Vê heremê hêzên Kurdi ên Melle mustefa Barzanî kontrol dikin.

Makênak Wilis bi 3 çekdaran em pêşewazi kirin, endamê komita navendî partî Demokratî Kurdistan Samî, yek ji li ser nave barzanî û şufêrê makînê. Me silav li hev kir û makêna wilyes da pêşîyê ji bo rêbertîye. Piştre di rêya xaçrêkande û di nav teht û qişan de, bi rêv de Sami ji minre got li vê derê çend pêşmerga (Şervanên Kurd vî navî li xwe dikin) ”Berê xwe dan mirinê” û li hember Alayek iraqî şer krin û ew dan sekinandin.

Barzanî pêşewaziya min bi du Kurên xwe - Idris û Mesud ve kir. Mesudê 17 salî, wê demê berpirsê radio bû. Min bi xwe re ji bo zarokên Barzanî du seetên me yên destan Palyot wek diyari biribû , le dema min di destê wan de seetên rolex dit ez hinki şaş bûm. Melle Mustefa Barzanî ez bi gelek kêfxweşî pêşewazî kirim. Derhal em dewetî xanîkî ji axê kirin, li wir sobak ku li ser tekeran ku ezing tede dişewitîn û paçek bi tawana xani ve li ser pehnaye giredabun ji ber ku xani dilop dikirin, li derve ji berf û baran bi hevre dibariyan, di nav re carna şiva xwe li wî paçî di xist ji bo ku ava dilopan tekeve bidone danubun bin paç.

Li erdê Xalîçe hebû û xwarin danibû. Bi mere herdu serbazen Iraqi ji runiştibûn, yekî ji wan li min û Barzanî guhdar dikir sohbeta me bi zimanê Rusî bû .Lê min ji Samî re gotibû ku ji Barzanî re beje yek ji van serbazana bi Rusi dizani, ji bo wê jî sohbeta me bi zaneyî bu. Barzanî ji min re got 'Li Bagdade tev diz u pêxwas in (eyn weha got), lê yek mirove baş u rast heye ew ji wezêre parastinê ye”. Bê guman ev gotin hemû ji bo birê wezîrê parastinê ê ku li cem me runiştibu.

Hevdîtina me ya esasî dema nivê şevê, du kesên çekdar ku ez ji xew rakirim û birim xanî kî din. Barzanî ez hembêz kirim û got ”Yekîtîya Sovyet- Bavê min e”. Barzanî got, ew bi pêşneyara îtîfaqê a Yekîtîya Sovyetê a aşîtîyê re ye, lê bawerîyê bi Bagdadê nine, li Bagdadê extrîmîst bi xurtî li hember îtîfaqa li hevhatinê a ku hukûmetê bi kurdan re kîrîye disekinin. Her weha berdewam kir û got; Her dem tirsa me a ji şer, nahêle em bala xwe bidin ser xweşkirina jiyana xelkê (Min bi xwe dit çawa Kurd dijîn ,malê wan behtir li ber çîyanin, xanîyê wan ji herîyê û keviranin , herdem ser xanî gundor digerînin ji bo xanî dilopa neke. Elektrîk tuneye, di malê de lampak gazê û hesirek li ser erdê ax heye)a Begdad naxwaze alikarîyê bike ,tevî ku Begdadê soz dabûn alîkarîye bikin.

Li ser pirsa min a ku têkilîyên we bi Îranê re hene-li cem me ispat hebu ku Barzanî bi dizî çûbû cem şah- bê teredut û vekirî bersîv da ”Ez naxwazim veşêrim ma ez çi bikim dema yek derî tenê ji min re heye kû ez karibim bi dinyayêre bidim û bistînim ew jî deryê Îranê ye Ji bo min a herî grîng bersîva Barzanî a li ser pirsa min ”Hûn

çawa duwahatina Kurd dibînin, hun dizanin ku gotin hene ku Kurd dixwazin ji Iraqê veqetin ”

- Evêya dujminê aşîtîyê ên li ser axa Iraq di derheqê me de wer difikirin. Heta hukûmeta Iraqê bi xwe ji me re bê veqetin em venaqetin .Ev welatê me ye. Lê Kurd dive xwedî hemû maf bin, wek Ereban. Hemu şer li ser vêya ye.

Di sohbeta min û Samî de min fêm kir ku berya em bên wir bi çend rojan pêşmergeyek kiribûn hepsa partîzanî- xanîkî ku deryê we girti ku çekdar diparêzin. Wî gotinên dijê Ereban gotibu – Samî got. – di gotina wî de (pêşmergê girti werger) tiştên rasîzmê hebûn. Em rê nadin tu kesî ku cewherê tekoşîna me biguhere.

Kurê Barzanî Îdrîs ji min re got hêzên ordiya Serhiladanê esas ji Kurdan pek te li di nav me de Asurî û Ermenî jî hene.Yek ji amirhêzê şoreşê Ereb e, amir hêzê batalyona Komunîsta ye. Ev batalyon ji endamên partîya Komunîst a Iraqe ji Kurd û Ereban pek hatîye di sala 1963 de ew ji ber hukumeta Iraqe hatibûn Başur.



Karê min Dewam Dike



Çûna min a duda bakurê Iraqê piştî guhertina hukum li Begdad ê di wextek kinde çêbu. Hevditina min a bi Barzanî re dida redan ku hêviyek pir bi çûk bi Barzanî re çêbûye, ku berpirsên hukumeta Iraqe yê nuh we bala xwe ji ê kevn bêtir bidin çaresrîya pirsa Kurd- ji ber ku pisti îtifaqa bi Arif re cih cih şer berdewam bu. Duwarojê çawa be? Ev pirs di hevditinê min a bi serokê Kurd re pirsek grîng bu.

Barzanî û hevalên wi ji rewşa heyî a tevayî û rewşa hundirê tevgera Kurdî ne rehet (qeleq) bun. Di vê demê de hêzên pêşmerge ne tenê şerê ordîya Iraqe dikirin, her weha şerkî berfireh bi hêzên çekdar ên Celal Talabani re ji dikirin. Barzanî bi nefret ew bi cehş (di zimanê Kurdî de yanî Ker) nav dikirin. Begdadê bi zanebun Perçebûna di tevgera Kurdi de bi kar di anî, gelek caran bi destên xerîb kar dianî.

Mosko biryar da ku çûna rojnamevanê Pravda a kurdistana Iraqê divê berdewam be. Di dema kin a peşîya me de we rewşa Iraq ê bi Ereb û Kurdê wê ve çawa be?- ji bo pirsek weha ne rehet cara duda ez çûm bakurê Iraq herema Kurd. We care Makînê Eskort (qesda wî makînê hukumeta Iraqê ne. Werger) bi min re tunebun, makînak bi şuforekî-Kurd hat devê otela ez lê bum û ji wir me berê xwe da bakur. Di rê de min bala xwe da der dorê, hertişt hatibu guhertin li gor dawîya 1966. Edî mirov dikare bêje zivistan nemaye, tavê dabu serê çîyan û qîşan û ji wê mirov rengê şînekî vekirî û zerê vekirî di dît.Tiştê zivistan di anî bira mirov bes ava wek buzê cemidî ku di geliyan de di herikî de bu. Makîna me Landrover di wextek kinda ji alîkî çem derbasî alîye din bu, sureeta makîne bes di viraca û li ser pirên dirêj kem dikir. Şofêr geleki aram (sakin) bu, di destpeka gelî de em berdan ,meena we ji hember makîne nayên.

Şufêr – xortekî dirêj li hev, Kurd bû porî wî reş bu le çavên wi şîn bu makîne baş dajot. Wî dirksonê makîne baş girtibu û ji alîkî din de jî pêre çekek (silehek) bi jarjora ve hebu. Em birin bakur pêşmerge, şervane ji hêzên Mele Mustefa Barzanî bu.

Min hefteyek gelek xwoş derbas kir.Min hev ditin bi Bazanî û zarokên wî her weha bi endamen komîta nawendî a PDK û bi gelek pêşmerga re kir. Hema bi yek dengî li ser riyen careserîya pirsa Kurd disekinin û dixwestin pirsa ku bû ye sebebê hezaran kustin û perişanî ya xelkên Iraqê çareser bibe.Heger her du çûnê min ê pêşî bes ji bo naskirin û rojnamevanî bu lê çûnê min ê paşê êdî wek ji bo navbençîtîyê bû.

Berya çûna xwe ya sisyan li Begdadê min hevditin bi Sedam Husên re kir, ewê ku di hukûmeta Iraqê de bûbû berpirsyarê têkilîyen bi Kurda re. Hîn berî ku mewqifê xwe diyar bike Sedam pirsa Kurdi wek derencakê ji bo karibe di hukumde bilnd bibe didît. Evêya rewşeke ne xerab ava dikir ji bo ku Kurd bi karibin atonomiya kamil di hundirê Iraq de bi dest xin. Ev her weha fikra balyozê Sovyetê ê begdayê F.N. Fedotov jî bu. Di hevdîtinê de Sadam mewqifê ku kare bi Kurda re li hev bike diyar kir û ji min re got tu dikare ji Barzanî re bêjî ez amade me gelek tiştan bikim ji bo kû tekilîyên Ereban û Kurdan bighêje dereca li hevhatinê.

Di hevditina min a bi Sedam Husen re a ku 23 .01.1970 de, Sedam behsa lazimbûna dan û stendinê bi ”brayen ku di bin serokatîya Barzani dene”,”ji bo garantiya atonomî ya heqîqî ji Kurdan re”. Lê bê bawerî ya çêbuye dikare bibe asteng li peşîya vê prosesê. Lê Sedam got, tişten di demên derbasbûyîde çêbun berpirsîyarê wê bi

temamî ne partîya Bees û ne jî Barzanî ye. Lê belê xwîn hate rijandin, ji bo em bi karibin bawerîyê di navbêna xwe de ava bikin, dive nêta baş û em karibin şexs u grûpên xwedî mewqifê exstrîmîstin bi sekinînin, ev şexs û grûp di herdu alîyan de jî hene.Ev tiştanê han hêvî didan û ji alîkî din dihîşt ku li hember Sedam mewqifekî pozîtîf be stendin, her weha Sedam got ez dixwazim tu dem dem karibe biçe Kurdîstan.

Mirov dikareê bêje ji 1966 heta 1970 yekemîn berpirsyarê Soyetê bûm ku min Barzanî dem dem didît. Havîna ez li holika dijîyam û zivistana ez li xaniyen ji kevir û axê dijîyam. Her weha Viktor Viktorovîç Pasûvalyûk û Oleg Gerasîmovîç Peresîpkîn jî li gel min bun, lê berpirsyarî li ser milê rojnamevanê Pravda bu. Me hemû tişt dikirin ku em Hukûmeta Iraqê û Kurda nêzî hev bikin, ji bo em karibin tesîrê li Barzanî bikin Samî (navê eslî Mihemd Mehmud Evdirehman)û Mehmûd Osman ku bi navê Doktor Mehmud tê nas kirin gelek bun alikar Mehmud Osman bi rastî doktor bu xwendina tip xelas kiribu u di bu alikar ji nexweşa re, henek dikir di got işareta min a rojçêbûnê derzî u tifing e.

Yek ji wan kesê ku di nezîkbuna herdu terefan de rolek pozîtîf lîst,mirovê mutewazî, zana u sempatik ,xwedîye xelata Lenîn a aşîtîyê Ezîz Şerîf bû. Di vê demê de ew ji mihacirtiyê vegeryabû u bûbû endamê Hukûmetê. Ez difikirm bi insîyatîva Sedam dawîya sala 1969 Ezîz Serîf Kurdistan ziyaret kir. Piştî wî bi demek hindik ez dîsa çûm Kurdîstanê. Ev dem tam dema ku êdî qedera itfaqê li ber îmzekirinê bu. Breya çûna me bi tiştekî hindik delgasyonek ji Begdadê hatibû Kurdîstanê û li ser hinek nuqte li hev kiribûn. A herî muhîm wek prensîp li ser Otonomî li hev kribun, lê hin wê Kurd çawa di hukêmeta Begdadê, di Ordîya Iraqê de, cîh bigrin hin ne gihêştibûn îtîfaqekê, pirsa duwaroja Kerkûkê, Pêşmerga û tarîxa ilana Otonmî vekirî hîştibûn. Barzanî, Ezîz Şerîf û ez me navroj dixwar û me hersîya şûşak konyaka Îranî vexwar, Barzanî gelek rehet û vekirî di peyivî û qedehek konyak hilda ji bo xelkê Rusî û yekitîya Sovyet vexwar. Vekirê digot li ser Tawsîye (gotina) Yekitîya Sovyet min bi Begdadê re dest bi dan û stendina kir, yek ji wan tawsîyan wî digot eve ”qebulkirina dan û sten din bi xwe wê mewqifê Kurda û PDK xurt bike”.

Piştî navrojê sohbeta min bi Doktor Mehmud re ji ber ku doktor Mehmud serokê delegasyona Kurda ji bo dan û stendin bi Begdaye re bû ,û bi Ezîz Şerîf re ji ber ku ez û wi di xanîkî de diman û bi gelek Kurdên dî ê min ew baş nas dikirin dewam kir. Min fem kir ku ev kar ne weha rehet e. Ez û Ezîz Şerîf wek hev difikirîn, me digot lazime kurd nuha di pirsen hin ne hatine helkirinde israre nekin a muhîm dan û stendin dewam bikin û ji bo veya jî delegasyonek xwe bişînin Begdad, ev pêşneyara me hate qebul kirin û li Begdadê min delegasyona Kurda li sefareta me (sefareta Sovyet.werger) peşewazî kir. Pir xerîb bu ku dema min Îdrîs, Mesud, Doktor Mehmud u Samî bi takimî kinca û kravat dit(qesda wî eve kû wî herdem ew bi kincên

pêşmerga ve ditibû.werger) ev di 6 sibatê sala 1970. de bû. 14 mehê me dîsa hev du li sefareta Sovyetî a begdadê dit. Di vê nabenê de di dan û stendinan de li ser hinek xalan îtîfaq hatibû kirin, bê guman di îtifaqê de tesîra me li ser herdu alîya jî hebû. Li ser pirsa Kerkûkê Kurda kompremisek weha qebûl kirin ku Kerkûkê we bi ser herema Kurdistanê vebe lê petrola we we di destê hukûmeta merkezî debe.

11 adarê 1970 de reîsê cumhûrê Iraqe Bekir di radîo û televîzyona Begdayê de deklerasyone (beyana) aşîtîyê a ku mafê Kurda ê otonomîya netewî di çarçewa Iraqê de nas dike, xwend. Miletê Kurd wek Ereban bun yek ji milletê Iraqê yî esasî, wekîle reîscumhûr dive Kurd be, di hukumeta Begdayê de 5 wezîr we Kurd bin. Ev hemu cara pêşin di dîroke de dibin.

Dokûmenta kû navê we programa 11 adarê 1970 li tevaya Iraqe bi kêfxweşî hate qebul kirin, bi hezaran Kurd li dora Kerkûkê agir dadidan û kef dikirin. Roja îlana sekinandina şer ji li bakure iraqe bi Kurdan re, di mitinga li meydana El tehrir li Begdayê ji însana te ax bavêta erdê li erdê ne diket. Li kêleka reîscumhûrê Iraqe A.Bekir, zarên Barzanî Îdrîs, Mesûd û Doktor Mehmud hebûn.

Lê pir heyf pîştî demekê têkilî bi Begdayê re disa xera bûn û dîsa ji nuhde şer dest pe kir.

Xatir ji Kurdistanê xwestin

Di rewşek weha de seferek min a Bakurê Iraqe din jî çêbû. Berya wê 22.01.1973 li Begdadê min Sedam Husên dit û wî bi israr di xwest ez Barzanî bivînim. Sedam digot ew dikare xelet te bighe ku tu 3 sale li Begdayê ye û naçe wir, em naxwazin Barzanî şaş te bighe ku Yekitiya Sovyet edî wi muhim nabine, em gelek qîmet didin vî kare Yekitîya Sovyetê ku tesîrek pozîtîf li ser Barzanî dike. Sadam got, ez nuha emir didim ku teyarek te bibe heta Kerkukê û helîkopterek ji te ji Kerkûkê bibe heta Rewandûzê.

Ez vegerim dokumentê xwe .Li Rewandûzê berf heta çongê ye. Makînak ku şofêrê wê Kurd hate heta orta Alayek ordiya Iraqe em ji wir sar kirin , ev naye wê mehnê ku orta kurda û hukumeta Begdaye xweş e, bileks. Em hatin qereqola pêşî a pêşmerga , wek demen berê dema orta wan ne xweş bu kontrol dikirin. Em gihan cihekî ne pir mezin çûn mala Îdrîs û mesûd. Mirov his dikir ku Îdrîs qeleqe(acize.werger)bi teybetî dema Barzanî hat ev bêtir eşkere bû ez û Barzanî çend seeta bi Rusî bi hevre di peyivîn Îdrîs Rusî tê ne digihîşt , dema Îdrîs got,” tu îspat tuneye kû hukumeta Iraqê

nîyeta wê ya itîfaqe pek bine heye” ji minre ev gotin ne pir xerîb bû ji ber kû cihetekî emîn ji min re got ku hemû tekilîyên bi Îranê re di rîya Îdrîs de tê kirin.

Bi ya min du tiştên ku di navbera Barzanî û Sedam Husên de ku Barzanî sexsî aciz dikir hebun. Ya pêşî Melle Mustefa bi xwe ji min re got. Grupek Şêx hatin cem wî, wî pêşewazîya wan li bin kon kir, yek ji wan şêxan rica kir ku gotinê wan li teypek portatîf qeyd bike ew teyp dor çend kîlogram bû di we teypê de bombe hebu, şufêre otobusê ku muxaberatê Iraqe bu di otubose de rûniştibû û dema ê şêx teyp derxist wî ji otobusê ew teyp bi taqandin da di we demê de yek ji pêşmergan xwe nizm kiribû ku kehwe bide barzanî di esnayê teqandine de ew ji Barzanî re bu sîper û hat kuştin. Barzanî dewam kir û got ehmeqê parêzgerê min hemû şêx u şofêrê otobusê kuştin. me nikaribu êdî tehqîqa ve buyerê bikin, lê ez bawer im Sedam Husên ev kir.

Tiştê duda bi kurê wî yê mezin Ubeydulah ve grêdayî ye. Hin di hevditina min ya pêşî bi Barzanî re Barzanî ji min re got ku wî Ubeydulah girtîye û difikire wî bikujin, ji ber ku wî rê ya meyî ku em alikariya madî jê werdigrin ji dujmin re vekirîye. Min jê re got, belkî Ubedulah ev ne ji dujmunatîyeke kiriye ji şaşîtî kiriye .Nizanim gotina min tesîr li barzanî kir, le Ubedulah ne hat kuştin û ji ber nexweşîya wî ya apenditsîte îzin danê ku biçe Begdadê û Ubedulah ji Begdadê venegerîya, her çuqas çend caran ji Begdadê ew xwestin jî lê hemu caran tu bersîv ji Begdadê nehat. Min di derheqê Ubedulah ji Tariq Ezîz pirsî ,wî ji min re got ” me gelek caran ji Barzanî soza ku wê Ubedulah ne kuje xwest le Barzanî ev soz tu caran neda me .Min fêm kir ku lazime em mesella Ubedulah nekin bazar e, Ubedulah kurê wî ye û ew ji serok eşîre”.

Di vê demê de tiştê herî Begdad û heta vê dawîyê yên me jî ne rehet dikir xurt buna tekilîyên Barzanî û Şahê Îranê ku Emerîkî li pişt wî bun. Me informasîyon ji cihê emîn girt kû hin kes li ser navê Barzanî çûne Tel ebîb (Îsraîl.werger).Îsraîl dixwest problema Kurdî li dijî dujminê xwe Iraqê bi kar bîne, hinek pere dan Kurdan, le ne gelek pere bû. Pirsa min ya raste rast ji Barzanî re a ku li ser tekilîyên wan bi Şahê Îranê re, wî bersîv da min ji bo nan min li derîkî xist nan nedan min (qesada Barzanî Iraqe.Y.P) ma ez ji birçîna bimrama?, min li derîkî din xist. Ma kî gunehkar e- ez ya ê kû nan ne da min?. Barzanî înkar ne ikir kû sîlehan ji Îranê verdigre, digot em dest bi şer nakin lê lazime em amade bin ji paraztine re.

Wê roje bi Barzanî re heta derngê şevê em rûniştin. Piştre ew bi çend makîna ve ku paraztina wî dikirin çû , û ez û Doktor Mehmûd gihan hev û wî (Doktor Mehmûd.werger) ji minre rica kir ku em tesîrê li Barzanî bikin ji bo disa nezî Iraqe bibe, em bi du parêzgehan re digerîyan, lingê me di berfê de wenda dibû.Em vegerîyan razên, yek ji parêzgeha sobe dadida, jibo ku me ne pir germ be carna pace vedikir.le her gav ez ji serma ji xew şîyar dibûm, tevi ez bi kincen hirî en sporte ve radizam.



Dewleta yekgirtî a Emerîka dikare hesaba li ser bikaranîna faktora kurda bike?

Di sala 1975 de disa şer di navbera Kurda û hukûmeta Iraqê de dest pê kir. Berya vê bi salekê di 1974 de Begdadê kanûna numra 33 a ku avakirina otonomîya Kurda qebul kir. Ev qanûn bi Barzanî ne xweş bû ji ber ku heta ve demê ji li Kerkûkê Kurd mecbr dikirin ji kerkûkê derkevin û şûna wan ereb dianîn. Ev şerê dest pê kir ne şerekî ku Kurda di xwestin ji Iraqê veqetin. Hêvîya kû hîn bi karibin bi Kurda re li hev bikin mabû, ji ber kû Kurda tu xebateke ku ji Iraqê veketin ne dikirin, heta di şerê Iraq û Îranê de ku tevî ji alî Hukumeta Iraqê ve silehê kîmyawî jî li wan hat xistin nêtek wana ku ji Iraqê veqetin çênebû.

Kudên Iraqê tu carî ji Iraqê veqetandin ji xwere nekirin kar, heta di demên ku hukumeta Iraqê pir zeîf bu ku nikarî bû şerê kurdan bikijî kurdan pirsek weha ku ji Iraqê veqetin neanîn rojewê. Ev di demen şerê Kendavê de dema Iraq bi ser neket an dema Iraqê hêzên xwe li Başurê Iraq ku li diji serhildana şîîa bi kar anîn. Kurda di we demê de kontrol li ser hemû heremên ku lê dijin kirin, wek Mûsil, Erbîl, Sulêmanî u heta demekî Kerkûk jî. Pirsa veqetandinê piştî 1991 ji ne hat rojewê, dema ku Konseya Ewlekarîyê ya yekîtîya miletan a biryara ”herema ewlekarîyê”a di paralela 36 a bakur ji vê heremê hemû ordîya iraqê vekşîya. Pişti van tiştan hilbijartin ji meclîsa netewî çêbû u Hukûmet ava bû. Ev tişt hemu di bin şîara ku Kurd ji Iraqe venaqtin û ji ”Kurdistanêre otonom'ya kamil”. Ve xeta weha a tevgera Kurdî him ji alî Yekîtîya Sovyetî piştgirî didît û him jî ji alî Federasyona Rusyayê jî. Ji ber ku ew texmin dikin kû wêhilweşandina Iraqê çi tişten negatîv ji bo rojhilata navîn bi xwe ra bîne.

Lê piştî şerê Amerîka li dijî Iraqe ê sala 2003 di tevgera Kurdî de fikrên cuda bûnê xurt bûn. Waşîngton bi du tiştên zehmet re hat beramberî hev. ya we piştgirîya cuda bûna Kurdan bike, Iraqê bine rayê u perçe bike. An ji wek ku Emerîka nuha we dixwaze Kurdistana Iraqê di nav Iraqê de bihêle û bi piştgiriya Kurdan interesên xwe bi parêze. Ji ber ku Piştgiriya avakirina dewletk Kurdî dikare bibe nakokîyek cidî di navbera Emerîka u hevalbendê we yî NATO Turkiyeyê de.

Piştî salên 1965 di tevgera Kurdî de pêşî xîlaf paşê jî perçebûn çêbû. Hîn dema hevdîtina min ya pêşî li Kurdistana, sekretarê PDK Hebîb ji min re got Celal Talabanî (reîscumhûrê Iraqe yê nuha) û hevalîn wî ji partîye hatine avêtin, ji ber karên wan yên xerab”. Piştî ” programa 11 adarê 1970”, Talabanî rêxistina xwe fesix kir û vegeriya nav PDK.

Serhildana Kurda a li dijî kanûna Numra 33 ji alîyê Begdadê ve hatê rûxandin.Barzanî çû Îran piştre çu Dewletên Yekgirtî ên Emrîka u di sala 1979 de li Emerîka vefat kir.Û Talabanî ji nuh de disa ji PDK veqetîya.

Piştî salên 1975 Li Kurdîstanê du Hêz hebun- PDK bi serokatîya Kurê Barzanî Mesud û Yekîtîya Niştimanî Kurdîstan a ku Celal Talabanî avakiribû. Heta salên 1995 tu nêzîkayî di navbera van herdu hêzan de çênebû, tevî ku mirov digot wê Şerê Iraq û Îrane wê herdu hêza nezî hev bike. Hîn di destpêka salên 1980 de di navbera Hêzên PDK a Barzanî û YNK a Talabanî şerên xurt hebû . Bes piştî zeîfbuna wan a li hember ordîya Iraqe herdu hêzan dest bi dan û stendinê kirin u di sala 1992 de palementok ku 50+50 li hev payê kirin û hukûmetek koalîsyon avakirin, lê vêya dijberîya herdu alîyan nesekinand.

Heta Dewetîya Emerîkaye a ku di sala 1998 de ji Mesud Barzanî u Celal Talabanîre şandin û li Emerîkayê itifaqek di navbera herdu hêzan de avkirin ji nebu alikar ji dijberîya herdu hêzan. Emerîka di xwest ku Kurdistan xurt be ji bo balansa li hember Begdadê. Heta sala 2002 fiilî li Kurdistanê du hukûmet hebûn, Bes di dawîya 2002 de berya ku hêzên Emerîkî dest bi operayona li diji Iraqê bike, hukûmetek yekgirtî ava bu.Tevî ku Kurda di operasyona Emerkayê a li dijî Iraqe piştgiriya Emerîkayê kirin jî lê Mesud jî û Talabanî jî di beyanê xwe de ê di derheqê operasyonêde bi hezir bûn.

Pêşmeraga cîh cîh bi hêzên Emerîkîre tevî operasyonên li dijî ordîya Iraqe dibûn. Di adara 2004 de li bajarê Selhedîn herdu hêzen Kurd konferansek li hevhatinê li dar xistin.Kurd bûn hêza esasî ji bo Emerîka ku bikaribin hukûmeta muweqet li Begdadê ava bikin û avakirina yasa ya Iraqê pêkbînin. Di dawî de li hev kirin ku Celal Talabanî bû reîscumhûrê Iraqê û Mesûd Barzanî bû serokê herema Kurdistan. Lê ev hemu hîn ne dîyare ku we pirsa Kurd li Iraqê û siyaseta ku Emerîkîya kurd ji xwe re kirine esas li iraqe wê çawa be. Bi teybetî piştî ku Emerîkî hêzên xwe ji Iraqê vekşîne. Barzanî hin wek berê kontrola heremên çîya bajarê Erbîl û Dihok dikin û Talabanî kontrola deştê- Sulêmanîyê dikin. Hîn di rastî de yekîtîya hêzên çekdarên Kurd çênebûye, di konrola Barzanî de dor 15 hezar şervan û dor 30 hezar jî çekdarên ji Eşîren Kurd pêk tê, Ê Talabanî hinek kêmtir e. Di hilbijartinên parlemento ya Iraqê a sala 2005 de Yekîtîya Demokratîk a niştimanîya Kurdîstan betir taktîkî bû ji bo bikaribin di parlementoya Iraqê de 76 cih vergrin. Nuha gelek Erebên ku di dema rejîma berêde anîbun Kerkûkê gelek ji wan ya wan derdixin an ji ew bi xwe ji Kerkûkê derdiçin. Heta nuha hin kesekî ji wan (Kurda.werger) ku Kerkûk paytextê Kurdistana Iraqêye ji bîr nekirine.

Di destpêka sala 2004 de Kurda referandûmek çêkirin ji bo serxwebûna Kurdistan û milyonu hefsedhezar imze topkirin û ji neteweyen yekgirtîre şandin. Rola kurda a di rejîma Iraqê yî îroj de bi Ereban ne xwoş e û ya paşî , bawer nakim ku di demek

nêzîk de tu kes bi karibe problemên ku xwedî tarixek direj ê hundur Kurdistane û problemn Kurdistanê ên bi merkeza Iraqê re hel bike.

Basnews

Top