Serok Barzanî pêşwazî li Konsula nû ya Brîtanya li Hewlêrê kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsula nû ya Brîtanya li Hewlêrê Rosy Cave kir.
Îro 26.01.2023yê li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya li Konsula nû ya Brîtanyayê li Hewlêrê Rosy Cave û şandeke li gel da kir.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Konsula nû ya Brîtanya kir û hêviya serkeftinê li karên wê de xwest û ji bilî balkişandina bi peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistan û Brîtanya wan peywendiyan bi girîng pênase kir. Herwaha Serok Barzanî spasiya Brîtanya kir ku li şerê DAIŞê de li çarçoweya hevpeymaniya navdewletî hevkar û piştevanê hêzên Pêşmerge buye.
Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hate guftûgo kirin û di derbarê hibijartinên paşerojê ya Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî tekezî li wê yekê kir ku berjewendiya Kurdistanê û mijara rewabûnê li ser hemû berjewendiyeke hizbiye û pêwîste îsal hilbijartinên Herêma Kurdistanê birêvebiçin.
Pêngavên çaksaziya li nav hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û pêwîstiya berdewamiya hemahengiya di navbera civaka navdewletî ya ji bo rûbirûbûna gefa terorê mijarên din ên vê civînê bûn.
Basnews
