Erdogan derbarê YPGê de bi Putin re axivî
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro di pêwendiyeke telefonî de rewşa Sûriyê û navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demorkatîk de gotûbêj kirin.
Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, Erdogan û Putin îro pêwendiyeke telefonî pêk anîne û li ser têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê, şerê Rûsya û Ukraynayê, rewşa Sûriye û hin mijarên herêmî axivîne.
Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihandiye, di vê pêwendiya telefonî de ji Putin re gotiye: “Divê Til Rifet û Minbic ji kontrola YPGê bê derxistin û ji bo paqijkirina wan herêman ji endamên YPGê divê gavên berbiçav bên avêtin.”
Rudaw
