Li Nîjeryayê qayîxa cotkaran noqî avê bû: 10 kes mirin, 10 kes jî winda ne
Li eyaleta Kebbi ya Nîjeryayê qayîxekî ku zêdetirî 100 rêwî têde noqî avê bû û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Serokê Rêveberiya Eyaleta Xwecîhî ya Kebbi Yahaya Bello ragehand, qayîxa ku cotkar têdebûn ji ber sedemekî ku nayê zanîn noqî avê bûye.
Herwaha ragehand, di qayîxê de zêdetirî 100 rêwiyan hebûne û di bûyerê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetir ji 10 kesan jî winda ne.
Bello got, di qayîxê de zêdetirî 100 kesan hebûne û ji wan 80 kes hatine rizgar kirin û ji bo wan kesên winda jî xebatên lêgerîna wan berdewam dike.
Basnews
