• Saturday, 21 February 2026
logo

Berhemanîna garis li Herêma Kurdistanê gihiştiye 500 hezar ton

Gulan Media January 5, 2023 Nûçe
Berhemanîna garis li Herêma Kurdistanê gihiştiye 500 hezar ton

 Li gorî amaran, berhemanîna garis li Herêma Kurdistanê tenê di nava 4 salan de % 800 zêde bûye û salane 500 hezar ton tê berhemanîn.

Zêdebûna projeyên xwedîkirina mirîşkan û ajelên şîr û goşt li Herêma Kurdistanê, hokarê sereke ya zêdebûna vê berhemê ye, ji ber ku garis wekî êm tê bikaranîn û gelek kargehên hilberîna çêlekên mirîşkan û ajelan hatine avakirin.

Li gorî amarên fermî, di salên borî de kargehan zêdetirî 400 hezar ton garis hawerde dikir, lê belê garisê navxweyî niha bi awayekî zêde bûye ku dikare pêwîstiya navxweyî dagire.

Li gorî amarên Rêveberiya Çandiniyê ya Hewlêrê, li Herêma Kurdistanê çend kargehên hişkkirina garis hatine avakirin, her wiha Desteya Veberhênanê jî derfet daye sermayedaran ku kargehên berhemanîna zeytê garis ava bikin, lê belê, ji hêla veberhêneran ve ti destpêşxerî nehatiye girtin.

 

K24

Top