• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Amerîkayê di malekê de cenazeyê 8 kesan hat dîtin

Gulan Media January 5, 2023 Nûçe
Li Amerîkayê di malekê de cenazeyê 8 kesan hat dîtin

Li eyaleta Utaha ya Amerîkayê di malekê de termê 5 jê zarok 8 kesên bi guleyan canê xwe ji dest dane, hat dîtin.

Bûyer li bajarê Enoch di malekê de qewimî. Li bajarê Enochê polîsan malekê kontrol kirin û di hundir de rastî termê 8 kesan hatin.

Polîsan derbarê bûyerê de daxuyanî dan û ragihandin ku 5 jê zarok 8 kes bi guleberdanê hatine kuştin.

Karbidest dibêjin ku ti metirsî li ser xelkê nîne.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin, lê nasnameyên kuştiyan nehat parvekirin.

 

Rudaw

Top