• Saturday, 21 February 2026
logo

Bobelat û ziriyana li Amerîkayê didome

Gulan Media January 4, 2023 Nûçe
Bobelat û ziriyana li Amerîkayê didome

California xwe bo tûfaneke gelek mezin amade dike.

Li gor çapemeniya Amerîkayê, bobelat û ziriyana ku, beriya sersalê Amerîka daye berxwe hîn jî didome.

Her di vê çarçoveyê de navenda keşnasiya Amerîkayê huşdarî daye xelkê eyaleta California û ragihandiye ku, hefteya pêşiya me vê tûfan û ziriyaneke gelek mezin di encama barîna baraneke zêde ya bixor de vê çê bibe û ev yek jî dibe sedema çê bûna lehiyên mezin û kujer.

Ji ber vê huşdariya han, niha rayedarên California amadekariyên pêwîst bo rûbirû bûna vê karesata han ya xwezayî kirine û dixwazin bi kêmtirîn zirar vê karesata han derbas bikin.

Weke tê zanîn beriya sersalê jî pêleke bihêz ya berf barîn û seqemê berê xwe dabû Amerîkayê û di encam de herî kêm 60 kes canê xwe ji dest dabûn.

Top