Nîzamettîn Arîç bang li Alî Babacan kir: Bi gav û projeyên berbiçav werin
Hunermend Nîzamettîn Arîç li ser gotinên Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan ku gotibû “Em ê astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê rakin”, peyamek belav kir.
Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan roja 2yê Çileya 2023an derbarê perwerdehiya bi zimanê dayikê de gotibû ku “Em ê ji bilî zimanê fermî yê Tirkî, di perwerdehiyê de cih bidin mafê bikaranîn û pêşxistina zimanê dayikê û di bin garantiya destûrê de be”.
Li ser vê daxwuyaniya Babacan, hunermend Nîzamettîn Arîç li ser hesaba xwe ya sosyal medyayê bersiv da û got: “Ev gotinên we gelekî xweşik in lê hinekî din wêrek bin”. Arîç di berdewama nivîsa xwe de wiha got:
“Bi ya min hûn jî di wê baweriyê de ne ku ev kêşeya Tirkiyê û Kurdistanê ku bi sed sal e berdewam dike, tenê bi du gotinan nayê çareserkirin. Madem zimanê me yê dayîkê bo we ev qasî girîng e ser seran, ser çavan. Ka rûnin bo çareseriya vê kêşeyê projeyekê hilberînin û danin pêşberî me. Bo asîmîlekirina me Kurdan tiştek nema ku nehatiye kirin. We stranên me dizîn û kirine muzîka Tirkî. We govendên me kirine govendên Tirkî. We nexş û nîgarên li ser cil û mehfûrên me kirine malê Hereke-Konya. We navên me û zimanê me qedexe kirin. Bo guhertina demografiya me ka çi ji destê we hat, we kir. We Kurd kir Tirk, Kurdistan kir Tirkiyê. Li aliyê din komkujî û kuştinên kujerê wan li pêş çavan birînên kûr in ku nayên gotin.
Dubare dikim: Bo çareseriya vê kêşeyê, divê hûn projeyeke wisa pêşkêş bikin ku xwedî bingeheke qahîm be. Li gorî prensîbên zanistî hatibe honandin û di wijdana mirovahiyê de hatibe pîvan. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî yek ji xalên herî girîng e ku divê di bernameya hemû partiyên siyasî cig bigire. Ev ne qenciyek e; ev mafekî mirovî ye. Dewleta we hertim Kurd di ji vî mafî bêpar hiliştiye. Hûn jî dizanin di siyasetê de tenê bi niyeteke qenc kar na meşe. Ez rêz li vê niyeta we ya qenc digirim lê ji kerema xwe bi gav û projeyên berceste werin da ku em, ew riyên ji hev cûda bûne bihevre bikin yek.”
K24
