Rêveberekî Fetih: Destê îstixbarata Iraqê di kuştina Qasim Silêmanî de hebûye
Rêveberekî Hevpeymaniya Fetih a ku Hadî Amrî serokatiya wê dike aşkera kir, zanyarî hene ku îstixbarata Iraqê di dema kuştina Fermandarê berê yê Sipaha Qudsê Qasim Silêmanî û Cîgirê berê yê Serokê Heşdî Şeibî Ebu Mehdî Muhendist de dest wê hebûye.
Îro 03.01.2023ê ku dibe sê sal li ser operasyona Amerîkayê ya nêzîk balefirgeha Bexda pêkhat re derbas dibe û di wê operasyona bi dron pêkhat de wesayîta Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendis bû armanc.
Vê derbarê de rêveberê Hevpeymana Fetih Elî Alcimalî ji çapemeniya Iraqê re ragehand, pêwîstbû wê demê asayîşa balefirgeha Bexdayê ji cîhên din zêdetir parastî be, ji ber ku Qasim Silêmanî wek mêvan dihate Iraqê, lê ew operasyon tewan bû.
Herwaha diyar kir, ji ber ku wisa tê zanîn ku serdan di bin parastin û serpereştiya saziya îstixbaratê de pêkhatibe, saziya îstixbaratê berpirsyartiya wê di wê operasyonê de heye ku dijî Silêmanî û Muhendis pêkhat.
Wî rêveberê Hevpeymaniya Fetih got: ‘’Zanyariyên piştrastkirî yên berdest hene ku ji me re dibêjin, saziya îstixbarata Iraqê hemahengî û hewkarî li gel aliyê Amerîkayê kiriye, herwaha hin kompanyayên ser bi hin kesên navxwe yên Iraqê di wê operasyonê de destê wan têde heye.’’
Navborî got, ew êrîşa nêzîk balefirgeha Bexdayê pêkhat, bi hemahengiya li gel aliyên navxweyî plan bo hatiye danîn.
Basnews
