Tirkiye: Dersînorkirina koçberên Sûrî %161 zêde bûye
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li Tirkiyê 3 milyon û 535 hezar û 898 koçberên Sûriyeyî hene û diyar kir, sala 2022an hejmara koçberên Sûriyeyî yên hatine dersînorkirin li gor sala 2021an %161 zêde bûye û gihiştiye 124 hezar û 441 koçberan.
Serokatiya Îdareya Koçê ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, amarên koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyê li ser hesabê xwe yê sosyal medyayê eşkere kirin.
Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, sala 2022an hejmara koçberên Sûriyeyî yên hatine dersînorkirin li gor sala 2021an %161 zêde bûye û gihiştiye 124 hezar û 441 koçberan.
Sala 2022an 58 hezar û 758 hezar Sûriyeyî jî bi xwesteka xwe vegeriyane welatê xwe û hejmara giştî ya koçberên bi dilê xwe vegeriyane gihiştiye 539 hezar û 332 kesan.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha daye xuyakirin, hatina 280 hezar û 206 koçberan bo nav Tirkiyê jî hatiye astengkirin
Di çarçoveya perwerdeyên jiyan û guncandina civakî de, sala 2022an milyonek û 395 hezar û 55 Sûriyeyî hatine perwerdekirin û hejmara giştî gihiştiye milyonek û 549 hezar û 680 kesan.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 3 navendên paşde vegerandina koçberan hene ku 20 hezar û 540 kes dikarin lê bimînin. Li 63 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hezar û 169 tax ku hejmara koçberan li wan taxan gihiştiye %20an, bo niştecîbûna koçberan hatine qedexekirin.
Niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 3 milyon û 535 hezar û 898 koçberên Sûriyeyî hene.
Li gor amarên fermî, koçberên Sûriyeyî herî zêde li parêzgehên Stenbol, Dîlok, Riha, Hatay, Edene û Mêrsînê ne. Li Stenbolê 550 hezar û 707, li Dîlokê 463 hezar û 38, li Rihayê 373 hezar û 790, li Hatayê 358 hezar û 984, li Edenê 253 hezar û 636 û li Mêrsînê jî 240 hezar û 157 koçberên Sûriyeyî hene.
Rudaw
