Silêmanî- Mesrûr Barzanî ji bo lêkolîna êrîşa li ser keçekê du wezîr erkdar kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşkirina ser keçekê li Silêmaniyê, peyamek belav kir û ragihand, herdu Wezîrên Navxwe û Dadê erkdar kiriye ji bo lêkolîna bûyerê û sizadana wan kesan ku destê wan di wê tawanê de heye.
Îro Şemiyê 31ê Berfanbara 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek derbarê êrîşkirina ser keçekê li bajarê Silêmaniyê belav kir û vê bûyerê wek şermezarî bi nav kir.
Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye diyarkirin: “Êrîşkirina bi komî bo ser keçeke ciwan, di demekê de ku diviyabû ji bo ahenga sersala nû bicivin, cihê şermezariyê ye, ti hincetek jê re tune ye û bi ti awayî nayê qebûlkirin.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir, ligel herdu Wezîrên Navxwe û Dadê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê axiviye ji bo destpêkirina lêkolîna bûyerê û sizagihandina wan kesên ku destê wan di vê tawanê de heye.
Basnews
