• Saturday, 21 February 2026
logo

HSDê di Operasyona Birûska Cizîrê de 9 çekdarên DAIŞê girtin

Gulan Media January 2, 2023 Nûçe
HSDê di Operasyona Birûska Cizîrê de 9 çekdarên DAIŞê girtin

Li navçeyên Hol, Til Hemîs û Til Birak ên parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya Operasyona Birûska Cizîrê de 9 çekdarên DAIŞê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku bi berdewambûna Operasyona Birûska Cizîrê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê serê sibeha roja Yekşemê li parêzgeha Hesekê, li cihekî 6 û li cihekî din jî 3 çekdarên DAIŞê hatine girtin.

Li gor heman çavkaniyê, di encama her du rojên 3 û 4 ên operasyona Birûska Cizîrê de li dijî şaneyên DAIŞê li gundewarên Qamişlo û Hesekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk karîn 40 çekdarên DAIŞê û kesên ku ji aliyê lojîstîkî ve alîkariya wan kirine bigirin.

Roja 29ê Kanûna 2022an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest bi Operasyona Birûska Cizîrê li dijî şaneyên DAIŞê li parêzgeha Hesekê kir, di roja duyemîn a operasyonê de 52 çekdarên DAIŞê girtibûn, her wiha dest danîne ser hejmareke zêde ya çek û teqemenî û cilûbergên DAIŞê.

 

Rudaw

Top