• Saturday, 21 February 2026
logo

Nuşîrevan Elçî: Hişmendiya CHPê hatiye guhertin û Kurd ji Kiliçdaroglu bawer dikin

Gulan Media January 2, 2023 Nûçe
Nuşîrevan Elçî: Hişmendiya CHPê hatiye guhertin û Kurd ji Kiliçdaroglu bawer dikin

Parêzer Nuşîrevan Elçî, Şêwirmendê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku CHP dixwaze Pirsgirêka Kurd çareser bike, ew tevlî vê partiyê bûye.

Hevkarê me Şewket Herkî li Enqerê bi Parêzer Nuşîrevan Elçî re ku niha Şêwirmendê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ye, di derbarê siyaseta CHPê ya li hember Pirsa Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, tevlibûna xwe ya CHPê, têkiliyên xwe yên bi HDPê û partiyên Kurdî re û gelek mijarên din re hevpeyvîneke taybet kiriye.

Şêwirmendê Serokê CHPê Nuşîrevan Elçî derbarê berbijêrkirina Kemal Kiliçdaroglu ji bo posta Serokkomariyê de dibêje, kesekî herî li pêş e û Kurd û neteweyên din jî baweriya wan bi Kiliçdaroglu heye.

Nuşîrevan Elçî herwiha dibêje, siyaseta CHPê li hemberî kurdan hatiye guhertin û tekez dike, eger CHP ya berê ba, ez qet tevlî wê nedibûm. Bi gotina Elçî, niha hişmendî û zêhniyeta Kiliçdaroglu û hevalên wî hatiye guhertin.

Şêwirmendê Serokê CHPê Nuşîrevan Elçî derbarê Herêma Kurdistanê de jî ragihand, Kurd hemû bi damezrandin û dirustbûna Herêma Kurdistanê dilxweşin û dibêje, divê rêyek bê dîtin ku li Tirkiyê hemû miletên lê dijîn azad bin.

Derbarê wê yekê de jî ku tê gotin, ‘Kemal Kiliçdaroglu gotibû ez ji bihîstina gotina peyva Kurdistanê acizim’, Nuşîrevan Elçî dibêje, bêbextî li Kiliçdaroglu hatiye kirin.

Şêwermindê Serokê CHPê di vê hevpeyvînê de bersiva pirsên hevkarê me Şewket Herkî dide.

 

 

Rudaw

Top