MSD: Me daxwaza helwêst ji YEyê kiriye!
Hevserokê MSDê Riyaz Derar ji BasNewsê re, naveroka hevdîtin û guftûgoyên şandeya encûmena wan a li gel berpirsên bilind ên Fransayê jî aşkera kir.
Riyaz Derar ragehand, biryara vekêşîna hêzên Amerîkayê ji rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji ‘’nişkawa’’ bû bo herkesekê. Tiştekî ku nedihate hêvîkirin bû, biryar hevdem bû li gel êrîşa Tirkiyê ya dagirkirina rojhilatê Sûriyê.
Derbarê alîkarî dayîna rola piştevaniya Fransayê ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re jî Hevserokê MSDê got, Fransî bê piştevaniya Amerîkayê nikarin ti biryarekî bidin. ‘’Tenê Amerîka dikare biryarê bide û ya xwe ferz bike.’’
Riyaz Derar diyar kir, wan daxwaza helwêstê ji YEyê û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê kirine bo berdewam bûna wan a şerê dijî DAIŞê, çi li rojavayê Kurdistanê be çi jî li Sûriyê be û heta Encûmena Asayîşa Navnetewî biryara parastina wan bide divê wê yekê bikin.
Hevserokê MSDê amaje bi hewldanên Meclîsa wan ên bûyîna beşek ji opozîsyona Sûriyê bo beşdarbûna li danûstanên Cenevê jî kir.
Riyaz Derar biryara serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan a ragirtina operasyona ser rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî wek biryarekî erênî pênase kir û ragehand, ew pêngave ‘’derfetekê dide bo dîtina rêyeke çareseriya siyasî.’’
Basnews
