Nêçîrvan Barzanî: Xizmet û berhemên mamosta Rauf Hesen berdewam bîranîna wî dê zindî bihêle
Îro 22.12.2018ê Nêçîrvan Barzanî di tora xwe ya civakî twitterê de nivîsand: ‘’Bi boneya koça dawî ya nivîskar, rojnamevan û rewşenbîr mamosta Rauf Hesen serxweşiyê li malbat, kesûkar û hevalên wî dikim. Xwedayê mezin sebir bide hemû aliyan.’’
Serokwezîrê herêma Kurdistanê got: ‘’Xizmet û berhemên mamosta Rauf Hesen berdewam dê bîranînên wî zindî bihêlin.’’
Duh 21.12.2018ê çîrok nivîs, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrê kurd Rauf Hesen li Silêmaniyê koça dawiyê kir.
Basnews
