• Sunday, 15 February 2026
logo

Nadya Murad: Biraziyekî min li Sûriyê di nava rêzên çekdarên DAIŞê de şer dike

Gulan Media December 17, 2018 Nûçe
Nadya Murad: Biraziyekî min li Sûriyê di nava rêzên çekdarên DAIŞê de şer dike
Nadya Murad hilgira xelata Nobel a Aştiyê û Balyoza Niyazpakiyê ya Netewên Yekgirtî dibêje: “Biraziyekî min li Sûriyê di nava rêzên çekdarên DAIŞê de şer dike”

Keça Êzidî Nadya Murad ku qurbaniya destê DAIŞê û piştre hat azadkirin, îro li Korbenda Dohayê gotarek pêşkêş kir p got: “Biraziyekî min di nava rêzên DAIŞê de ye û niha li Sûriyê şer dike. Malbata wî pê re pêwendî kir bo vegerînin rewşa wî ya asayî, lê wî red kir.”

Herwiha birziyê wê gotiyê: “Hûn kafir in û heger hûn bikevin destê min, ezê we bikujim.”

Berê 8 kes ji malbata Nadya Murad û zêdetir ji 25 mirovên wê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.


Waar.tv
Top