Amerîka derbarê kurdan de hişyariyek tund da Tirkiyê û opozîsyona Sûriyê!
Li gor raporta rojnameya Şerqulewsetê, berpirsên siyasî û leşkeri yên Amerîkayê ji grubên artêşa azad û îtîlafa niştimanî ya opozîsyona Sûriyê re ragehandiye ku, nêzîkbûna li Minbîcê û rojhilatê çemê Firatê li Sûriyê xeta sor e bo artêşa Amerîkayê.
Ew hişyariya berpirsên Amerîkayê piştî gefên Tirkiyê yên dagirkirina Minbîc û rojhilatê çemê Firatê bi hemahengiya artêşa azad a Sûriyê pêkhatin.
Di raportê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku hêzên Amerîkayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gel yek kar dikin û her êrîşekî ser HSDê ‘’Rasterast êrîşa li ser Amerîkayê ye.’
Basnews
